Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 27 hezar û 93 2021-02-10 20:49:10   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 95 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan û testa 8 hezar û 642 kesên din jî  pozîtîf derket. Hejmara kesên heya niha ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane bû 27 hezar û 93.   Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên derbarê şewba Covîd-19'ê de parve kirin. Li gor daneyên hatine parvekirin li Tirkiyeyê îro 95 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan û 8 hezar û 642 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin. Her wiha hejmara kesên ku heya niha ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane jî bû 27 hezar û 93 û hejmara kesên heya niha testa wan pozîtîf derketiye jî bû 2 milyon û 556 hezar û 837.