ROJEVA 11'Ê SIBATA 2021'AN 2021-02-11 09:00:03 * Di 9'ê Cotmeha sala 1998'an de hêzên navdewletî bi armanca Rojhilata Navîn li gorî xwe ji nûve biguherînin Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi komploya navdewletî ji Sûriye derxistin û di 15'ê Sibata 1999'an de radestî Tirkiyeyê kirin. Li dijî vê yekê gelê kurd û dostên kurdan bi çalakiyên "Hûn nikarin roja me tarî bikin" bersîv dan komployê û daketin qadan. * Nûçegihanê me Dîndar Karataş ê ji hefsê hat berdan diyar kir ku nûçeyên wî yên kiribûn mijara sûcdariyê ew bi xwe li hefsê bi wan binpêkirinên mafan re rûbirû maye û got: “Dozger xwe wek edîtorê min didît. Van polîtîkayan encam neda û wê nede jî.”    * Aboneyên ku VEDAŞ’ê saetên wan derxist ser dîrekan û fatoreyên zêde ji wan re tên, ji ber ku fatore bi peyameke kurt ji wan re tên ragihandin û hurgiliyên mîqdara bikaranîna ceyranê di wan de tunene, bi gazind in.    * Birayê Veysî Kaya ku li dijî tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan di sala 2006’an de agir berda bedena xwe û jiyana xwe ji dest da, Mûhîttîn Kaya xwest ku tecrîd bê bidawîkirin û wiha got: “Divê deriyê aştiyê bi Îmraliyê bê vekirin.”   *  Rojnamevanan diyar kir ku ji ber ku hêzên navdewletî wekî talûkeyekê nêzî fikirên Ocalan bûne wî radestî Tirkiyeyê kirine, lê belê komplo li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi şoreşa gelan pûç bûye.    * Çawîşê bi navê Hakan A., Mehmet Ûytûnê 18 mehî kuştibû. Piştî kuştina Ûytûn bi 11 salan Çawîş Hakan A., hatibû darizandin. Hakan A., di îfadeya xwe de ji bo fîşeka gazê ya li cihê bûyeri jî parast ku kesên dilxerab fîşeka gazê danîne wir.    * Dîlek Kûrban, xwişka Gokçe Kûrban ku li Dersimê jiyana xwe ji dest dabû, diyar kir ku werê difikirin ku serê xwişka wê hatiye jêkirin û bi vî awayî hatiye kuştin. Xwişk Kûrban, anî ziman ku rapora otopsiyê jî nedane wan.    * Halît Oral, li dijî komploya 9'ê Cotmehê li Girtîgeha Mereşê bi dirûşmeya "Hûn nikarin Roja me tarî bikin" çalakiyek dabû destpêkirin. Malbata Oral, bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê û diyar kir ku ew bi girtiyan re ne.    * Dadgeha Bilind, di doza Somayê de biryara hatibû girtin xera kiribû û bersûc berdabûn. Îsmaîl Çolak, nerazîbûna xwe ya ji bo berdana bersûcan anî ziman û got: "Edaletê kuştin, di bin hezazê de hiştin."    * Nivîskar Çetîn Lodî ku 28 sal in etariyê dike, heya niha 4 pirtûkên wî hatine çapkirin.    * Dayikên girtiyan, diyar kirin ku dê çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abudllah Ocalan bi ser bikeve û gotin: "Wê çalakî bi ser bikeve."    * Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar û şandeya pê re dê di çarçoveya kampanya "Destpêkê Edalet" biçe Colemêrgê û serdana esnafan bike. Pişt re jî wê beşdarî Kongreya Asayî ya 3'yemîn a HDP'a Colemêrgê bibe. (09.00-17.00)   * Danişîna biryarê ya doza Hevseroka Giştî ya berê ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag a bi îdiaya "Heqaret li Serokkomar kiriye" lê hatiye vekirin dê were lidarxistin. (10.00)   *Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan û şandeya pê re dê biçin serdana Serokê Giştî yê Partiya DEVA'yê Alî Babacan. (10.30)   * Danişîna 2'yemîn a doza derbarê nûçegihana Jinnewsê Melîke Aydin de hatiye vekirin dê li Edliya Îzmîrê were lidarxistin. (11.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Agiriyê bi beşdariya Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir dê civîna îstîşareyê li dar bixe. (12.00)   * Rêxistina HDP'ê dê li navçeya Qilebanê ya Şirnexê têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan panel li dar bixe. (12.00)   * Şaxa ÎHD'ê ya Amedê dê "Rapora Binpêkirinên Mafên Mirovan a Sala 2020'an a Bajarên Herêmê" li avahiya xwe eşkere bike. (12.30)