Karataş ê hat berdan: Ne dozger bû qey te digot edîtor e 2021-02-11 09:01:42 AGIRÎ - Nûçegihanê me Dîndar Karataş ê ji hefsê hat berdan diyar kir ku nûçeyên wî yên kiribûn mijara sûcdariyê ew bi xwe li hefsê bi wan binpêkirinên mafan re rûbirû maye û got: “Dozger xwe wek edîtorê min didît. Van polîtîkayan encam neda û wê nede jî.”  Nûçegihanê me Dîndar Karataş di 24’ê mijdara 2020’an de li Wanê hatibû binçavkirin û di 26’ê mijdarê de jî li Erziromê ve ji aliyê dadgehê ve bi îdiaya “endamê rêxistinê ye” hatibû girtin. Di 9’ê sibatê de danişîna ewil a doza Karataş li Edliya Erziromê hat lidarxistin û hat berdan. Karataş ê piştî du meh û nîvan hat berdan diyar kir ku nûçeyên binpêkirina mafan ên wî çêkiribû û di îdianameya wî de cih digire ew bi xwe li hefsê bi wan binpêkirinan re rûbirû maye.    'EZ BI XWE BI BINPÊKIRINAN RE RÛBIRÛ MAM’    Karataş anî ziman ku îdianameya derbarê wî de hatibû amadekirin naveroka wê pûç e û dişibe îdianameyên din û nûçeyên wî derbarê vîrûsa koronayê de çêkirine jî di îdianameyê de wek sûc cih girtin e. Karataş destnîşan kir ku ew bi xwe jî li girtîgehê çavdêriya kêmasiyên bergîr negirtina dij koronayê kiriye û got: “Min şahidiyê ji girtiyan re kir ku ew di vê serdema şewbê de bi şertên giran û nepaqij re rûbirû dimînin. Nûçeyên derbarê kêmasiyên kelûpelên girtîgehan de min çêkirin, ez bi xwe bi heman kelûpelên kêm re mam.”    BINPÊKRINA MAFAN SÛC E    Karataş diyar kir ku çêkirina nûçeyên derbarê binpêkirinên mafan ên li Kurdistanê diqewimin de ne sûc e û got: “Em van wek sûc nabînin. Em ê nivîsandina îşkence û binpêkirinên mafan ên li ser xelkê berdewam bikin.”    ‘QEY TE DIGOT DOZGER EDÎTOR E’    Karataş destnîşan kir ku hin nûçeyên wî bi taybetî hatine bijartin û jê re kirine sûc û wiha got: “Nûçeyên min din li ber çavan nehatine girtin. Dozger xwe wek edîtorê min didît. Dozger di darizandina min de pirsa ‘te vê nûçeyê çima wisa çêkiriye’ ji min kir. Min jî got tu nikarî vê bidarizînî û yên vê biryarê bidin rojnamevan, edîtorên min û hevpîşeyên min in. Dixwazin ku rojnamevenek li gorî wan nûçeyan çêke. Ji ber ku em nûçeyan ne li ser daxwaza wan çêdikin, me dikin armanc. Darazê jî li ser rojnamevanan wek darê gefê bikar tînin. Ji ber em nûçeyên îşkenceyê çê dikin tên girtin û darizandin.”   ‘HÊZA HEQÎQETÊ HEYE’    Karataş anî ziman ku gelek hevpîşeyên wî hêj girtî ne û got: “Ev nayê qebûlkirin. Zextên li ser gelê kurd û rojnamevanên kurd tu carî encam negirt û wê encam negire jî. Çimkî em hêzek heqîqetê heye. Çimkî mîrateya Apê Mûsa ji me re berda ye heye. Em ê her xwedî li vê kevneşopiyê derkevin. Girtina hevkarên min Adnan Bîlen, Cemîl Ûgûr, Nazan Sala, Şehrîban Abî û Mehmet Aslan berdewam dike. Ji ber girtina wan em xemgîn dibin. Ez hêvîdar im li tavilê wê werin berdan û em ê bi hev re rastiyan ji gel re ragihînin.”    MA / Mujdat Can