Welatî ji fatureyên ceyranê yên hurgîlî di wan de tunene bi gazind in 2021-02-11 09:01:43 WAN – Aboneyên ku VEDAŞ’ê saetên wan derxist ser dîrekan û fatoreyên zêde ji wan re tên, ji ber ku fatore bi peyameke kurt ji wan re tên ragihandin û hurgiliyên mîqdara bikaranîna ceyranê di wan de tunene, bi gazind in.  Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Wangoluyê (VEDAŞ), piştî ku saetên aboneyên xwe derxist ser dîrekan, fatoreyên aboneyan 2-3 qat zêde bûn. Ji aboneyan re ji 100 TL’yî heta hezar TL’yî fatore hatine. Fatoreyên mijara gotinê ne tenê bi ser telefonê bi peyameke kurt ji aboneyan re tê ragihandin û tu hurgiliyeke mîqdara bikaranîna ceyranê di wan de tünene. Ji ber vê yekê abone hem ji fatoreyên zêde hem jî ji nedîtina hurgiliyên bikaranîna xwe ya ceyranê bi gazin din.    DEMA FATOREYÊN BI PEYAM    Welatiyê bi navê Abdullah Erveren, diyar kir ku jê re 662 TL û ji kekê wî re jî 62 TL fatore hatiye û ev gazind kirin: “Ji ber fatoreyan em ji xwe re sar bûn. Ev zilm e. Fatoreyên me gelek tên, ewqas jî nabe. Ev ne wijdanî ye. Jixwe ji ber pandemiyê kar tuneye û em naxebitin. Gelek kes di rewşa min de ne. Li taxa me ji hinekan re 400 TL fatore hatiye. Wê heta kîngê fatoreyên wiha zêde bên. Em di fatoreyan nabinîn ku me çiqas ceyran bi kar aniye. Ev jî xwînmijandina gel e.”   KIRÊ 350 FATURO 700 TL    Hizeyce Korkmaz ku jê re 700 TL fatore hatiye jî destnîşan kir ku di kirê de rûndinin û got ku li hemberî fatoreya ku ji wan re hatiye matmayî mane. Korkmaz, bi bihayê asgarî dixebite û da zanîn ku beşeke mezin a mûçeyê wî dê biçe fatoreya wî ya ceyranê û ev tişt anîn ziman: “Her meh 350 TL kirê didim. Em li aliyekî jî kredî didin. Em nikarin ewqas fatore razînin. Li gel ku ez lê miqate me jÎ ewqas fatore ji min re hatiye. Berî ku saetan derxin ser dîrekan ji me re 150-250 fatore dihat.”   HINCET TESÎSAT E   Ji Devlethan Korkmaz ku di binî bihayê asgarî de debare xwe dike re jî  850 TL fatore hatiye. Korkmaz, diyar kir ku piraniya dehata xwe dide fatoreyên ceyranê û ev tişt gotin: “Heke wiha bidome bila ceyranê me bibirin. Tişta herî baş ev e. Ez 850 TL ji kur bînim? Berê 100-250 TL fatore dihat. Dema em ji rayedaran dipirsîn jî dibêjin ku pirsgirêk ji tesisata ceyranê ya ji malê me ye. Lê dema ku em ceyrankaran tînin jî dibêjin ku tu pirsgirêk tesîsatên me de tünene. Tenê peyamek kurt ji me re tê. Di peyaman de tenê bihayê ceyranê tê hurgilî tunene.”    MA / Bariş Donmez