‘Divê deriye aştiyê bi Îmraliyê bê vekirin’ 2021-02-11 09:01:45 EDENE - Birayê Veysî Kaya ku li dijî tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di sala 2006’an de agir berda bedena xwe û jiyana xwe ji dest da, Mûhîttîn Kaya xwest ku tecrîd bê bidawîkirin û wiha got: “Divê deriyê aştiyê bi Îmraliyê bê vekirin.” Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan 22 sal in bê navber didome. Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyan li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan da destpêkirin, di roja 77’an de didome. Di sala 2006 de li ser nûçeyên “hatiye jehrkirin û jiyana wî di xetereyê de ye” û tecrîdkirina Ocalan gelek çalakî hatibûn lidarxistin. Çalakiyeke xwedîderketinê ya ji bo Ocalan jî Veysî Kaya yê ereb ê 23 salî li dar xistibû. Kaya, ji bo ku tecrîda li ser Ocalan şermezar bike di 9’ê sibata 2006’an de li Edeneyê agir berdabû bedena xwe û di 28’ê sibata 2006’an de jiyana xwe ji dest dabû. Birayê Kaya, Mûhîttîn Kaya ku derbarê çalakiya grevê û tecrîdê de axivî, xwest ku tecrîda li Îmraliyê demildest bê bidawîkirin.   ‘DIVÊ TIŞTEK BÊ KIRIN’   Kaya, diyar kir ku li dijî pêkanînên li ser Ocalan birayê wî agir berdaye bedena xwe û wiha got: “Birayê min weke erebekê di nav xebatên ciwanan û xebatên hemwelatibûna azad de cih girt. Xwişkeke min jî dema di nav têkoşîna kurd de cih digirt, di sala 1996’an de li Dersîmê di pêvçûnekê de jiyana xwe ji dest da. Birayê min kesekî ku her tim li dijî neheqiyan disekinî û têdikoşiya. Veysî weke ciwanekî ereb tecrîda li ser Ocalan û kurdan qebûl nekir û li dijî wê derket. Ji me re her tim felsefeya Ocalan vedigot. Veysi digot ‘divê li dijî tecrîdê tiştek bê kirin’. Li ser nûçeyên derbarê Ocalan ên “hatiye jehrkirin û jiyana wî di xetereyê de ye” de agir berda bedena xwe û dawî li jiyana xwe anî.”   ‘EV ÇALAKÎ REXNEDAYÎNEKE’   Kaya, da zanîn ku birayê wî di xeta “Hûn nikarin roja me tarî bikin” de ji bo tecrîd û zextê bişikîne agir berdaye bedena xwe û wiha berdewam kir: “Cihê ku birayê min agir berda bedena xwe li pêş Komeleya Hemwelatiyên Azad ku li wir xebat bi rê ve dibirin bû. Bi xwe şewitandinê li dijî tecrîdê derket. Li nexweşxaneyê gotinên wî yên ewil ev bûn ‘Ez ne poşman im. Min ev çalakî ji bo tecrîda li ser Serok Apo were şikandin li dar xist. Ev çalakiya ku min li dar xistî hûn weke rexnedayînekê qebûl bikin ez ê kêfxweş bim'.”    ‘DIVÊ TECRÎD RABE’   Kaya, destnîşan kir ku ji bo mirov nemirin divê tecrîd bê rakirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ocalan Serokê gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn e. Di kesayeta Ocalan de hemû civak di bin tecrîdê de ye. Di kesayeta Abdullah Ocalan ku 22 sal in di bin tecrîdê de ye gelê kurd bedelên gelek mezin dide. Çalakiya greva birçîbûnê ya girtîgehan ji bo şikandina tecrîdê berpirsyariyeke dîrokî ye. Gelê kurd bi salan e li dijî tecrîdê li ber xwe dide. Ji bo ku aştiyek were bedelên mezin hatin dayîn. Birêz Ocalan 22 sal in dixwaze aştiyek çêbibe. Tecrîd, bê ehlaqî û bê wijdanî ye. Tecrîd pirsgirêkan çareser nake berovajî kûr dike. Em dibêjin bila mirov nemirin, dayik negirîn êdî bes e. Divê tecrîd bê bidawîkirin û deriyê aştiyê bi Îmraliyê bê vekirin. Di vê bingehê de ji bo ku li Tirkiyeyê mirov nemirin divê berpirsyariyeke dîrokî bê girtin û bibin dengê edalet, azadî û hezkirinê. Dengê vê hezkirinê li Îmraliyê Birêz Abdulah Ocalan e.”   MA / Hamdullah Kesen