Rojnamevan: Gel bi fikrên Ocalan azad dibin 2021-02-11 09:01:46 STENBOL - Rojnamevanan diyar kir ku ji ber ku hêzên navdewletî wekî talûkeyekê nêzî fikirên Ocalan bûne wî radestî Tirkiyeyê kirine, lê belê komplo li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi şoreşa gelan pûç bûye.  Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di 15'ê Sibata 1999'an de bi destê hêzên navdewletî radestî Tirkiyeyê hatibû kirin. Di ser vê radestkirinê re 22 sal derbas bûn. Rojnamevanên li Îran, Sûriye, Tirkiye û Kurdistana Federe komploya navdewletî nirxandin û destnîşan kirin ku gel bi fikirên Ocalan azad dibin.   Rojnamevan Hîwa Gulmehemedî xweşpêşandanên li Îranê yên dema Ocalan radestî Tirkiyeyê hatibû kirin bibîr xistin. Gulmehemedî, anî ziman ku 22 sal derbas bûne, lê belê hîn jî bertekên li dijî komployê didomin û got: "Gelê Rojhilatê Kurdistanê, ji bo çareserkirina pirsgirêkan îşaret bi vekirina deriyên Îmraliyê dike. Bêyî Ocalan, baweriya wan bi tu çareseriyê nayê. Her wiha hêrs û kîna wan a li hemberî komplo û komplogeran hîn jî wekî berê ye û ji bo wan 15'ê Sibatê roja reş e."    RÊXISTINBÛYÎN    Gulmehemedî, destnîşan kir ku kurdan li hemberî komployê berxwedan, rêxistinbûyîn û asta xwe ya perwerdehiyê bilindtir kiriye û got: "Halê Rojhilatê yê 22 sal berê û niha, pir cuda ye. Ev jî bersiva komployê ye. 22 sal berê li Rojhilatê rêxistinbûyîneke wisa xurt tune bû. Piştî komployê gel bêtir hişyar bû û berpirsiyarî zêde bû. Dû re bi hezaran jin û mêr xwe bi rêxistin kirin û tevli rtevgera azadiyê bûn. Li seranserê Kurdistanê mirov daxilî nav têkoşînê bûn. Şehîd bûn. Di sala 2004'an de PJAK hat avakirin. Dû re KODAR û KJAR hat avakirin. Rêxistinbûyîna ku beriya komployê qels bû, niha pir xurt bûye. Ciwan, jin û mêrên kurdan ji bo bersiveke baş bidin komployê xwe baş perwerde kirin. Gelê Rojhilatê, bereksê rewşa ku dihat xwestin bi komployê re bêa firandin, rewşek din da der. Xwestin bi komployê gelê kurd bê vîn bikin. Lê gelê Rojhilatê bi vî awayî bersiv da."   KOMPLO BI TECRÎDÊ TÊ DOMANDIN    Rojnamevan Dilgeş Cûdî ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dimîne, bibîr xist ku Ocalan demeke dirêj li Sûriyeyê maye û starta komployê di 9'ê Cotmeha 1998'an de hatiye dayîn, lê belê gelan bertekek mezin nîşanî komployê daye û ev yek di dîroka mirovahiyê de wekî roja reş tê binavkirin. Cûdî, destnîşan kir ku hêzên hegemonîk ên ku naxwazin demokrasî xurt bibe, komplo çêkirine û niha jî ji ber ku fikirên Ocalan dijî berjewendiyên wan in, vê polîtîkaya xwe bi tecrîdeke giran didomînin.    PARADÎGMA Û ROJAVA    Cûdî, anî ziman ku paradîgmaya Modernîteya Demokratîk ku Ocalan berpêşî gelan kiriye, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi şoreşê bi ruh û can bûye û got: "Piştî paradîgmaya Neteweya Demokratîk, bi ruh û can bû, piraniya komployê pûç bû. Belê, bi awayekî fizîkî Ocalan ji gel qut kirine, lê belê paradîgmaya wî, nirxandin û perspektîfên wî ji bo gelan bûye çavkaniya jiyanê. Lewma esasgirtina pergala demokratîk, helwesta herî mezina li dijî komployê ye. Destkeftiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi sala fikirên Ocalan in. Destekftiyên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û xwedîderketina li şoreşê, piraniya komployê pûç kiriye."   Rojnamevan Reyhan Hacioglû jî destnîşan kir ku li dijî komploya ku hatiye xwestin têkoşîna kurd bê tasfiyekirin, berxwedaneke mezin rû daye û ev berxwedan hesab û kitabên komplogeran li bin guhê hev xistiye.    NESERKETINA KOMPLOYÊ    Hacioglû, destnîşan kir ku tişta hatiye xwestin bi komployê pêk bê bi ser neketiye û got: "Heger komplo bi ser biketana, îro ro wê Rojava nebûna. Wê bi milyonan kes negotana 'Ocalan vîna me ye.' Heger komplo bi ser biketana, belkî niha girtîgeh vala bûna jî, lê wê li holê kurd tune bûna. Lê niha li gel ev qas êrîşan jî gelê kurd heye ku xwe bi xwe, xwe afirandiye."    ŞENGAL BEHSA FELSEFEYA WÎ DIKE    Rojnamevan Fîrmêsk Elî ku li Şengalê dijî, anî ziman ku ji serê meha Sibatê ve hem li gelek deverên Kurdistana Federe hem jî li herêma Şengalê bi pêşengiya jinan çalakî tên lidarxistin li dijî komployê û ev çalakî hîn jî didomin. Elî, destnîşan kir ku li Şengalê gel tim behsa felsefeya Ocalan dike û fikr û felsefeya wî nêzî baweriya xwe dibînin.    Elî, diyar kir ku nexasim jî piştî ku PKK'yiyan di sala 2014'an de ew ji DAIŞ'iyan xelas kirin li herêmê fikirên Ocalan hîn bêtir esas hatine girtin û got: "Ev fikir, di demeke kurt de bandoreke mezin li jinan kir. Dibêjin, 'Azadiya Serok azadiya me jina ye.' Li Şengalê, pêşektinên mezin rû dan. Şengal, bi pêşengiya Tevgera Jinên azad, li hemberî komployê meşek li dar xist. Di meşê de jinên êzidî û ereb li cem hev bûn. Ev tiştekî cuda bû. Tiştekî yekem bû di dîrokê de. Bi salan êzidî û ereb kiribûn dijminên hev du, lê ev yek darbeyeke mezin bû li hemberî vê polîtîkaya dijminatiyê. Jinên êzidî û ereb di çarçoveya fikirên Ocalan de civîna yekîtiya jinan li dar xistin. Ev hemû ji ber fikirên Ocalan çêbûn. Mirov dikare vê yekê jî darbeyeke mezin bihesibîne, li dijî komployê."    FERMAN, BERDEWAMIYA KOMPLOYÊ BÛ    Elî, anî ziman ku şengalî bi piranî piştî fermanê Ocalan nas kirine û fikr û felsefeya wî nêzî xwe dîtine û got: "Piştî ku Ocalan bang kir ku xwedî li Şengalê bê derketin û şervanên azadiyê hatin, ev ji bo Şengaliyan pir girîng bû. Şengalî dibêjin, 'Ne ji ber serokbûna belkî em ji fermanê xelas nebûna. Ê jenosîdek mezin çêbûbûna û em ê nikaribûna vegeriyana ser axa xwe.' Lewma şengalî wê fermanê wekî berdewamiya komploya navdewletî dinirxînin."    MA / Îdrîs Sayilgan