Çawîşê ku zarokê 18 mehî kuşt, xwe avêt bextê 'komployê' 2021-02-11 09:01:48 AMED - Çawîşê bi navê Hakan A., Mehmet Ûytûnê 18 mehî kuştibû. Piştî kuştina Ûytûn bi 11 salan Çawîş Hakan A., hatibû darizandin. Hakan A., di îfadeya xwe de ji bo fîşeka gazê ya li cihê bûyeri jî parast ku kesên dilxerab fîşeka gazê danîne wir.    Di 9'ê Cotmeha 2009'an de li navçeya Cizîr a Şirnexê Mehmet Ûytûnê 18 mehî gava di hemêza dêya xwe de di xew de bû, hatibû kuştin. Ji ber kuştina Ûytûn, Çawîş Hakan A. tê darizandin. Çawîş Hakan A. di îfadeya xwe de parast ku wî bera dîwar daye. Her wiha Hakan A. ji bo fîşeka gazê ya li cihê bûyerê hatiye dîtin jî derpêş kir ku hin kesên dilxerab xwestina komployê lê bigerînin û fîşek danîn wir.    Piştî ku dosyeya dozê ji Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) hat, Dozgeriya Komarê ya Cizîrê cardin lêpirsîn dabû destpêkirin. Piştî 11 salan îdianame hatibû amadekirin. Di îdianameyê de gumanbar ÇAwîş Hakan A. bi sûcê "kuştinê" tê tawanbarkirin.    Di danişîna li Dadgeha Ceza ya Asliye ya 1'emîn a Cizîrê de, hatiye diyarkirin ku roja bûyerê bi boneya salvegera 9'ê Cotmehê, ku di vê dîrokê de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê hatibû derxistin, çalakî hatine lidarxistin û ji ber vê li derdora Daîreya Bacê ya Cizîrê cendirme hatine bicihkirin. Di îdianameyê de hatiye bilêvkirin ku di dema çalakiyan de fîşeka gazê li Mehmet Ûytûn ketiye û hatiye tespîtkirin ku fîşeka gazê aydê çeka cendirmeyekî bûye. Her wiha di îdianameyê de îfadeya dayik Kevzer Ûytûn jî cih girtiye.    ‘DI HEMÊZA MIN DE BÛ'    Kevzer Ûytûn jî di îfadeya xwe de diyar kir ku kurê wê li şaneşînê bûye û ji ber ku şihitiye dilê wê dibe ku bikeve rahiştiye wî û ew xistiye hêza xwe. Ûytûn, aniye ziman ku gava tam wê têketa hundir fîşekek gazê hatiye li serê kurê wê ketiye û ew fîşek pengiziye çûye ketiye hundirê kîsikê nan.    Çawîş Hakan A. jî di îfadeya xwe de derpêş kiriye ku ji bo qeleblaxî belav bibe bera dîwar daye û fîşeka ku li dîwar ketiye pengiziye çûye li nav rê ketiye û gava qelebalixî belav bûye jineke  di hemêza wê de zarokeke umrê wî li dor du salan daketiye kuçeyê û qîriyaye.    RAPOR    Piştî bûyerê fîşeka gazê ji Midûriyeta Laboratûvarê ya Krîmînalê ya Polîsan a Amedê re hatiye şandin. Midûriyetê di 17'ê Sibata 2010'an de raporek amade kiriye û diyar kiriye ku kapsula ku tê gotin li cihê bûyerê hatiye dîtin ji tivingeke bi tambûr hatiye avêtin.    DESTÛRA JI BO LÊPIRSÎNÊ    Di îdianameyê de hatiye diyarkirin ku di 17'ê Tîrmeha 2012'an de ji bbo lêpirsîn bê destpêkirin destûr ji Qeymeqamtiya Cizîrê hatiye xwestin, lê belê qeymeqamtiyê bi hinceta ku delîl kêm in destûra lêpirsînê nedaye. Di îdianameyê de hatiye bibîrxistin ku piştî vê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn A(YM) hatiye dayîn û piştî ku AYM'ê biryara binpêkirinê daye, lêpirsîn hatiye destpêkirin.    'KESÊN DILXERAB DANÎN WIR'   Di îdianameya hatiye amadekirin de Çawîş Hakan A. di îfadeya xwe de diyar kiriye ku li cihê bûyerê ji xeynî wî bi tu kesî re çeka gazê tune bûye. Lê belê Hakan A. cardin jî derpêş kiriye ku ew fîşeka li serê Ûytan ketiye ne aydê wî ye, komplo lê hatiye gerandin û gotiye: " Kesên dilxerab fîşeka gazê danîne wir. "   Di îdianameyê de hatiye xwestin ku ji 2 salan heya 6 salan ceza li Çawîş Hakan A. bê birîn.