Tê gotin ku serê Gokçe Kûrbanê hatiye jêkirin 2021-02-11 09:01:49 DERSIM - Dîlek Kûrban, xwişka Gokçe Kûrban ku li Dersimê jiyana xwe ji dest dabû, diyar kir ku werê difikirin ku serê xwişka wê hatiye jêkirin û bi vî awayî hatiye kuştin. Xwişk Kûrban, anî ziman ku rapora otopsiyê jî nedane wan.  Hatibû diyarkirin ku di 2-4'ê Cotmeha 2020'an de li herêmên Buyukkoy û Hacibîrîm ên navçeya Pulur a Dersim, endamên TKP-ML û TÎKKO'yê Alî Kemal Yilmaz (Ozgur) û Gokçe Kûrban (Asmîn) di bombeberanekê de jiyana xwe ji dest dane. Lê belê gava malbatan piştî otopsiyê cenaze wergirtine, dîtine ku cenaze perçekirî ne.    Malbata Gokçe Kûrbanê, di 2'yê Kanûnê de cenaze wergirtiye û li gundê Kaçarlar ê navçeya Pêrtagê defin kiriye. Xwişka wê Dîlek Kûrban, anî ziman ku xwişka wê di bombeberanê de jiyana xwe ji dest nedaye, hatiye kuştin.    ‘SERÊ WÊ TUNE BÛ'    Xwişk Kûrban, anî ziman ku eskeran telefonî wan kiriye û ji wan re gotiye xwişka wan jiyana xwe ji dest daye û piştî vê çûne ATK'ya Meletiyê û ji bo DNA'yê xwîn dane. Kûrban, bilêv kir ku piştî ku xwişka wê jiyana xwe ji dest daye, çûye gundên herêmê û hevdîtin bi gundiyan re çêkiriye û gundiyan jê re gotiye, 'li jorê dengê birekan dihat.' Kûrban got: "Hîn me nizanibû serê wan hatiye jêkirin, gundiyan ev tişt ji me re gotibûn."    Kûrban, diyar kir ku piştî vê tevî parêzerê xwe çûne ATK'ya Meletiyê.    Kûrban, anî ziman ku gava çûne ketine otopsiyê û çav bi bedena xwişka xwe ketiye şaş maye û got: "Li cem me bijîşk û qelemê dozger hebû. Li ser du maseyan di hundirê kîsên zer de du cenaze hebûn. Yek jê dirêj bû. Dû re devê kîsikê ku xwişka min tê de bû vekirin. Devera serî û ji piziyê berjêr nixumandîbû. Li ser milê xwişka min dewsa dirûtinê hebû. Min got, ez ê dewsa dirûtinê wê nas bikim. Ewilî piziya wê bala min kişand. Reş bûbûn. Kifş bû ku tahde li cenaze kirine. Gava ez çûm otopsiyê ez li benda cenazeyekî saxlem bûm, lê ez leqayî cenazeyekî normal hatim. Lê pir aşkere bû ku serî tune bû. Goştê stuyê wê şiqitîbû. Wekî ku hatibe jêkirin. Her du cenaze jî wisa bûn. Min got, 'Ev xwişka min e, li ser milê wê dewsa dirûtinê heye.' Lê bijîşk got, 'Na, ew ne dewsa dirûtinê ye.' Piştî vê min vê carê baş li bedena xwişka xwe nerî, bê ka dewsa guleyan, şerapnelan an jî derb hene yan na. Ji xeynî dewsa dirûtinê tu şop û dews tune bûn. Wexta em derketin, dozger ji min re got, 'Tu çi qasî bêjî xwişka min e jî, heya DNA kişf nebe ez nikarim cenaze bidim."    ‘SEDEMA MIRINÊ NEHATIYE NIVÎSANDIN'    Kûrban, anî ziman ku piştî du mehan encama DNA'yê kifş bûye û çûne cenaze wergirtine û got: "Bavê min çû Dozgeriya Pulurê û li wir kaxeza mirinê danê. Jê re gotin, hûn biçin Meletiyê, me ji wan re gotiye. Piştî definkirinê min ji bo belgeya mirinê telefonî Dozgeriya Pulurê kir. Lê ji min re gotin, 'Hûn ê çi bikin ji kaxezê. Tu çima dixwazî? Hûn mecbûr in sedemekê diyar bikin.' Min jî got, ez sedema mirina xwişka xwe meraq dikim. Wexta em ji bo cenae çûn Meletiyê, bi zanebûnî em dan sekinandin. Gotin, beriya pêncê êvarî wê nedin. Wexta me cenaze wergirt û heya em gihaştin ferîbota Xarpêtê, em şopandin. Tew carekê cenazeyê me jî dorpêç kirin. Me jî got qey tiştek bûye û em zûzûka derbasî pişt erebyê bûn. Pismamê min telefonî me kir. Got, ji ber ku destûr nehatiye dayîn dê nehêlin cenaze were Pêrtagê. Li têketina ferîbotê ya Pêrtagê, gelek polîs û wesayîtên wan hebûn."    Xwişk Kûrban, destnîşan kir ku polîsan nehiştiye li Cemxaneya Pêrtagê cenaze bişon û gotine biçin li malê bişon û got: "Piştî ku me ev qebûl nekir, destûra heft kesan hat dayîn. Polîs jî ketin hundirê cemxaneyê. Piştî me şûşt û kefen kir, em çûn gund. Li têketina gund esker sekinandîbûn. Me di bin dorpêça polsî û eskeran de cenaze defin kir. Esker 3-4 rojan li gund man. Me wêneyek û kulîlk danîbûn ser gora xwişka xwe. Dêya min jî çarik danîbû ser. Piştî em çûne, kulîlk, çarik û wêne rakirine."    Kûrban, di dawiya axaftina xwe de got: "Xwestin me bitepisînin. Dixwestin kêlî berî kêliyê biqede. Lê çi dibe bila bibe, mafê jiyanê mafê her kesî ye. Kes nikare mafê kesî binpê bike. Berê jî tahde li bendena Ekîn Van, Haci Lokman Bîrlîk û gelek kesên din kiribûn. Lê ji ber ku di dest me de belgeya mirinê tune ye, em nizanin bê tahdeyek çawa kirine. Parêzerên me dişopînin. dixwazî bila belgeyê bidin an jî nedin, lê em ê giliyê eskeran bikin. Ji bo vê bang li hemû sazî û dezgehan, nexasim jî gazî rêxistinên jinan dikim. Em bi hev re hesabê vê îşkenceya hatiye kirin bipirsin."