Ji malbata Halît Oral piştgiriya ji bo girtiyan 2021-02-11 09:01:50 MÊRDÎN - Halît Oral, li dijî komploya 9'ê Cotmehê li Girtîgeha Mereşê bi dirûşmeya "Hûn nikarin Roja me tarî bikin" çalakiyek dabû destpêkirin. Malbata Oral, bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê û diyar kir ku ew bi girtiyan re ne.  Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 9'ê Cotmeha 1999'an de ji Sûriyeyê hatibû derxistin û di 15'ê Sibata 1999'an de jî bi komployeke navdewletî radestî Tirkiyeyê hatibû kirin. Piştî ku Ocalan di 9'ê Cotmehê de ji Sûriyeyê hatibû derxistin, li herêmê û li gelek welatên cîhanê çalakî hatibûn destpêkirin. Li Girtîgeha Mereşê jî Halît Oral di 9'ê Cotmehê saet di 03.00'yan de agir berdabû bendena xwe. Halît Oral bi dirûşmeya "Hûn nikarin Roja me tarî bikin" çalakiya xwe li dar xistibû û piştî wî çi li girtîgehan û çi jî li derve 70 kesî heman çalakî li dar xistibû.    Halît Oral li dû xwe nameyek ji Ocalan re hiştibû. Di nameya xwe de wiha gotibû: "Bêguman dê TC bi vê çalakiya paş de gav navêje. Lê wê baş bibîne ku heger bi qasî seêr derziyê jî zirar bigihê we, dê gelê me cîhanê li wan bike zindan. Ji lewra îro ro heger hin kes behsa me bikin û me bi tiştekî bihesibînin, keda herî mezin a te ye. Yanî em ji bo te çi bikin jî, em ê nikarin heqê vê ked û hewldana te ya pîroz bidin. Serokê min ê hêja, ez ji dil û can girêdayî partiyê, Serok Apo, şehîdan û gelê xwe me. Tenê daxwazek min ji partiyê, hevrêyê min û gelê me heye; ewlehiya Serokê me ye. Ji lewra heya ku tu hebî, dê gelê Kurdistanê bi ser bikeve."    ‘BILA TECRÎD RABE'    Dayika wî Şemsê Oral a 73 salî, anî ziman ku wê çaxê amadekariyên xwe dikirin ku ji bo hevdîtinê biçin girtîgehê, lê belê xebera wî ji wan re hatiye. Oral, bilêv kir ku hevalê wî yê qawîşê Adil Erkek, tiştên qewimîne ji wan re gotiye û got: "Halît, beriya çalakiyê nade der. Wê rojê dixwaze tevî hevalên xwe yên qawîşê wêne bigire. Wê rojê kincên xwe yên nû li xwe dike, xwe traş dike." Dayik Oral, bilêv kir ku xema Halît gelê wî bûye û got: "Pir qîmet dida zimên. Dixwest kurdî li her derî belav bibe."    Dayik Oral, anî ziman ku çalakiya ku Halît daye destpêkirin niha hîn jî li girtîgehan didome. Oral, xwest her kes bibe dengê çalakiyên greva birçîbûnê û got: "Çalakiya ku Halît da destpêkirin li seranserê cîhanê belav bû. Halît ê ewil bû, lê ne yê dawî bû. Hîn jî li girtîgehan didome. Lewma bila rojek berî rojekê tecrîda bi dawî bibe."    ‘EM BI WAN RE NE'    Bira Fahrettîn Oral jî diyar kir ku cîhan giş bûye şahidê çalakiya birayê wî û got: "Bi zarokan re zarok, bi pitikan re pitik bû. Kesekî azad bû."    Bira Oral, destnîşan kir ku Halît dixwest gelê kurd bibe yek û got: "Risteya Cegerxwîn 'Em nebin yek, em ê herin yek bi yek' tim li ser zimanê wî bû." Bira Oral, diyar kir ku Halît bi çalakiya xwe serhîldaneke daye destpêkirin û çalakiya wî paşê li girtîgehan û li seranserê cîhanê belav bûye. Oral, anî ziman ku ji ber vê serbilind in û got: "Em tecrîdê şermezar dikin. Em dixwazin rojek berî rojekê, çalakiya li girtîgehan bi dawî bibe. Em silavên Halît û malbata wî dişînin hemû girtîgehan. Bla zanibin, em bi wan re ne. Serkeftin ji bo wan."    MA / Ahmet Kanbal