Nerazîbûna ji bo biryara derbarê Somayê de: Edaletê di bin hezazê de hiştin 2021-02-11 09:01:52 MANÎSA - Dadgeha Bilind, di doza Somayê de biryara hatibû girtin xera kiribû û bersûc berdabûn. Îsmaîl Çolak, nerazîbûna xwe ya ji bo berdana bersûcan anî ziman û got: "Edaletê kuştin, di bin hezazê de hiştin."  Di 13'ê Gulana 2014'an de li navçeya Soma ya Manîsayê li kaneke komirê hezaz çêbûbû û 301 karker jiyana xwe ji dest dabûn. Doza derbarê mirina karkeran de di sala 2018'an de bi dawî bûbû û 37 kes beraet kiribûn û 14 kes jî hatibûn cezakirin. Lê belê Daîreya Ceza ya 12'an a Dadgeha Bilind di 30'yê Îlona 2020'î de biryara xera kiribû û xwestibû 301 carî bi kuştina qesdî û 162 carî jî bi birîndarkirina qesdî ceza li bersûc Can Gurkan, Ramazan Dogrû, Akin Çelîk û Îsmaîl Adali bê birîn.    BIRYAR HAT XERAKIRIN    Lê belê paşê du dogerên Dadgeha Bilind, ji bo biryara navbirî bê xerakirin di 8'ê Çileya 2021'ê de serlêdan kirin. Û piştî ku di heyeta Daîreya Ceza ya 12'an a Dadgeha Bilind de cihê 3 kesan guherî, heyeta nû biryara navbirî xera kir. Di biryarê de hat xwestin ku Can Gurkan bi sûcê "mirina û birîndarkirina biqesdî" bê cezakirin.    HATIN BERDAN    Piştî ku biryar hat xerakirin Midûrê Giştî yê Şîrketa Komirê ya Somayê Ramazan Dogrû, Cîgirê Midûr Îsmaîl Adali û Midûrê Kargehê Akin Çelîk di 5'ê Sibatê de hatin berdan. Danişîna nû dê di 13'ê Nîsanê de li Hêwana Konferansê ya Bulent Cîgeroglû ya Akhîsar a Manîsayê bê lidarxistin.    ‘DADGER GUHERANDIN'    Îsmaîl Çolak, ku di hezaza kana komirê de kurê wî Ûgûr Çolak jiyana xwe ji dest dabû, bertek nîşanî biryara Dadgeha Bilind da. Çolak, diyar kir ji roja roj de dadgeh darizandineke adil nekiriye û got: "Bi ser heyeta dadgehê de diçûn. Piştî wextekê endamên dadgehê guherandin. Serokê Dadgehê Aytaç Balli guherandin. Çûn Dadgerê Cezayê Giran ê Elbîstanê Salîh Pehlîvanoglû tayin kirin. Di karesata ku li hewza Komirê ya Çollolar a Elbîstanê de çêbûbû 11 kes jiyana xwe ji dest dabûn û cenazeyê 9 kesan hîn jî di bin axê de ye. Pehlîvanoglû, tenê cezayê pereyî li bersûcan birîbû. Rabûne mirovekî werê tayinî dosyeya me kirine. Mixabin dosyeya 301 madenvanî jî kuştin."    'BIRYAREKE SIXTE'    Çolak ku got "ji ber ku darizandineke adil tune ye, baweriya wan bi edaletê nemaye" û diyar kir ku Serokê Desteya Rêvebir a Şîrketa Komirê ya Somayê Cand Gurkan jî hatiye berdan. Çolak got: "Biryarên Dadgeha Bilind li holê ne. Daîreya Ceza ya 12'an rabû biryara xwe xera kir. Di biryara ewil de dilê me hebikekî ketibû cî. Lê piştî ku endamên wê hatin guherandin, biryareke alîgir û sixte dan. Dixwazin ser dosyeyê bigirin. Edaletê kuştin, di bin hezazê de hiştin. Di darizandina nû de jî wê biryareke adil rû nede."    Herî dawî Çolak got: "Kesên me bi rê ve dibin an jî ji wan weye bi rê ve dibin, behsa qanûna bingehîn dikin. Tu bi dadgeha xwe ya bingehîn ne bawer î. Siyaysetmedarên ku guh li biryarên Qanûna Bingehîn, dadgehên herêmî û DMME'yê nakin, behsa kîjan qanûna bingehîn dikin. Helbet roj bê wê pêdiviya her kesî bi edaletê çêbibe."