Bi roj etar e, bi şev nivîskar e 2021-02-11 09:01:54 ÊLIH - Nivîskar Çetîn Lodî ku 28 sal in etariyê dike, heya niha 4 pirtûkên wî hatine çapkirin.    Nivîskar Çetîn Lodî (43), li gundê Lodî yê navçeya Dihê ya Sêrtê hatiye dinê û di 12 saliya xwe de tevî malbata xwe koçî Êlihê kiriye. Piştî hatine Êlihê, wî û bavê xwe dest bi etariyê kiriye. Lodî ku ji sala 1990'î heya niha çerçîtiyê dike, tu tax û gundên bajêr nemane ku lê negeriyaye. Di 2011-2013'an de ji bo kurdî çûye Kurdî-Derê. Paşê dest bi nivîsandina pirtûkan kiriye. Pirtûka wî ya ewil a helbestan "Rê û Rê" di 15'ê Hezîrana 2013'an de derçûye û piştî vê pirtûka wî ya dudoyan a helbestan "Çavên Şevînî" derçûye.    PIRTÛK Û ÇERÇÎTΠ   Her wiha bi navê "Şîva Miriyan" pirtûkeke wî ya helbestan û bi navê "Evîn û Mirin" jî romanek wî ji weşanên NA'yê çap bûne. Her wiha pirtûka wî ya helbestan a dudoyan "Çavên Şevînî" çapa duyem kiriye. Di romana xwe ya "Evîn û Mirin" de jî bal kişandiye ser cinayetên kiryar nediyar, valakirina gundan û Parlementerê DEP'ê Mehmet Sîncar ku tevî Metîn Ozdemîr li Êlihê bi êrîşeke çekdarî hatibû kuştin.    PIRTÛKA WÎ YA NÛ DERKET    Lodî got: "Ji bo karibim bi zimanekî akademîk binivîsim çûm Kurdî-Derê. Piştî du salan min asta mamostetiyê qedand. Dû re min ev pirtûk nivîsandin. 3 pirtûkên helbestan û romanek. Herî dawî jî 3 pirtûkên min ku ji sala 2016'an ve li ser wan dixebitîm, hefteya borî derçûn."    Lodî, anî ziman ku biroj etariyê dike û êvarî jî li ser pirtûkan hûr dibe û got: "Biroj kuçe bi kuçe, tax bi tax û gund bi gund dikerim û etariyê dikim. Bi şev saet di 11'an de dest bi nivîsandinê dikim, heya 4'ê sibê. Piştî xeweke 5 saetan cardin etariyê dikim. Wexta etariyê dikim, em û kesên pirtûkhez sohbetan dikin. Dixwazin di pirtûka xwe ya nû de behsa çîroka wan jî bikim. Carinan dev ji kar berdidim, bi saetan guh li wan dikim. Çîrokên gelekan jê, ecêb in."    ‘NIVÎSANDINA BI KURDÎ'    Lodî, diyar kir ku di etariyê de bûye şahidê gelek êş, azar, kêfxweşî û jiyana mirovan û di berhemên xwe de jî behsa van tiştan dike.    Lodî bal kişand ser girîngiya berhemên nivîskî yên kurdî jî û bang li her kesî kir ku kurdî bikin perçeyek ji jiyana xwe.    MA / Fethî Balaman