Dayikên girtiyan: Em bi zarokên xwe re ne, wê bi ser bikevin 2021-02-11 09:15:29   WAN - Dayikên girtiyan, diyar kirin ku dê çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abudllah Ocalan bi ser bikeve û gotin: "Wê çalakî bi ser bikeve".    Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtiyan ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye detspêkirin di roja 77'an de ye. Xizmên girtiyan destnîşan kir ku ew bi girtiyan re ne û çalakiyan wan dê bi ser bikeve.    'JI BO RÊBERÊ XWE'    Nebahat Şakar, dayika Kenan Şakar ku 4 sal in di Girtîgeha Wanê ya Tîpa F'yê de ye got: "Girtî, di nava çar dîwaran de nikarin bêhnê bistînin." Şakar, anî ziman ku kurê wê di sala 2018'an de jî tevli greva birçîbûnê bûye û got: "Girtî, ji bo xwe, gelê xwe û rêberê xwe di greva birçîbûnê de ne. Abdullah Ocalan, 21 sal in girtiye. Girtî, vê qebûl nakin û ji ber vê dest bi greva birçîbûnê kirine. Kurd, divê giş piştgiriya wan bikin. Heger wisa be, dê kes nikaribe van tiştan bîne serê me."    'EM BI ZAROKÊN XWE RE NE'    Pakîze Başak ku kurekî wê di Girtîgeha Sîlîvrî û kurek wê di Girtîgeha Wanê ya Tîpa F'yê de ye, destnîşan kir ku daxwaza girtiyan azadî ye. Başak, an, ziman ku çalakiya greva birçîbûnê ya 2018'an bi ser ketiye û got: "Nikarim biçim kurê xwe bibînim, lê dizanim tên tecrîdkirin. Em dixwazin tecrîd rabe. Guh li daxwazên me nakin. Bi a xwe dikin. Girtiyên nexweş hene. Divê hemû bên berdan. Em dixwazin aştî çêbibe."    Başak, anî ziman ku divê dayik hemû dest bidin destê hev du û got: "Dayik, divê dengê girtiyan ragînin. Çi dikn bila bikin em bi zarokên xwe re ne. Ji bo grevên birçîbûnê bi dawî bibin, divê deriyên girtîgehan bên vekirin."    DAXWAZA DAYIKÊN AŞTIYÊ    Behîce Abî jî diyar kir ku kurê wê yê demek berê hatiye berdan, di sala 2018'an de tevli greva birçîbûnê bûye. Abî, bal kişand ser tecrîdkirina girtiyan û destnîşan kir ku a tê kirin "zilm" e.    Abî, destnîşan kir ku çi dibe bila bibe divê "tecrîd rabe" û got: "Dayik, dixwazin tecrîda li ser Abdullah Ocalan rabe û azad bibe. Bi salan e dayik tenê doza aştiyê dikin. Em nawazin xwîn birije. Em naxwazin em bigirîn. Me zarokên xwe ji bo ku bên girtin an jî kuştin neaniye dinê."