Hem di hefsa malê de ye hem jî divê biçe qereqolê îmzeyê! 2021-02-11 10:20:00 STENBOL - Ji xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê ku di xwepêşandanên li dijî rektorê qeyûm de hat binçavkirin hem cezayê hefsa malê hem jî sepana biçe qereqolê îmze bide danê.  Xwepêşandanên xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê yên li dijî rektorê qeyûm Melîm Bûlû yê AKP’yî di roja 39’emîn de didome. Di van xwepêşandanên hatin lidarxistin de heta îro 565 kes hatine binçavkirin, 25 kes bi sepana hefsa malê re rûbirû mane û 11 kes jî hatine girtin.    Di xwepêşandanên li çar aliyê Tirkiyê belav bûn de xwendekar bi lêdan, îşkence û muameleya xerab re rûbirû man.    Ji parêzerên endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Abdullah Bişaroglû yê ji roja ewil ve geşedanên xwendekaran dişopîne û got xwendekar bi sepanên dij hiqûqî re rûbirû dimînin. Bişaroglû anî ziman ku binçavkirin, îşkence û girtina xwendekaran bi armanca ku çavê xwendekaran bitirsînin tên kirin.    HEM HEFSA MALÊ HEM JÎ ŞERTA ÎMZEYÊ   Bişaroglû destnîşan kir ku ji xwendekaran H.S. yê hefsa malê lê hatiye sepandin bi sepanek sosret re rûbirû maye. Bişaroglû anî ziman ku hem sepana hefsa malê û hem jî tedbîra kontrola edlî ya ku dê biçe qereqolê îmze biavêje dane ser û got: “Mixabin rewşek wiha dûrî aqil jî heye. Ne mimkin e ji van herdu sepanên li ser binpê bike. Heke ji malê derkeve wê kelemçe bang bide, ji malê dernekeve jî wê nikaribe biçe qereqolê. Mihtemel e ji van herdu sepanan yek bibe sedema girtinê. Min viya nivîsand, ez hêvîdar im daxwaznameya min bixwînin. Çimkî ez ne bawer im daxwaznameyan dixwînin. Dixwazin bi van sepanan îrade û berxwedana xwendekaran bişkînin û wan bi tepisînin.”    MA / Nacî Kaya