Hiqûqnas: Ji bo ku tecrîd bê bidawîkirin têkoşîneke giştî şert e 2021-02-11 11:27:29   ENQERE - Endama ÇHD’ê Ayşegul Çagatay diyar kir ku ji bo tecrîd bê bidawîkirin têkoşîneke giştî şert e. Endamê OHD’ê Bîlal Erman jî da zanîn ku divê ji bo her kesî edalet were xwestin û têkoşîn bê dayîn.   Tecrîda ku 22 sal in li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan tê birêvebirin bi awayek girankirî berdewam dike. Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyan li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên zêdetirî sedan girtîgehan da destpêkirin, ket roja 77’an. Endama Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) a Enqereyê Ayşegul Çagatay û Endamê Komîsyona Şopandina Girtîgehan ê Şaxa Komeleya Hiqûnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Enqereyê Bîlal Erman, çalakiya grevê ya girtiyan ji bo tecrîd û daxwazên xwe dan destpêkirin ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxandin.   TECRÎD DI NAVA TECRÎDÊ DE   Parêzer Ayşegul Çagatay diyar kir ku bi tecrîdê ji civakê re peyam tê dayîn û wiha axivî: “Tecrîd rêbazeke îşkenceyê ye. Li Îmraliyê tenê tecrîd nîne. Tecrîd di nava tecrîdê de heye.”   ‘DIVÊ HIQÛQ JI BO HER KESÎ WEKHEV BÊ SEPANDIN’   Çagatay bi bîr xist ku tecrîd bi çalakiya greva birçîbûnê ya 2018’an de ku bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guvenê dest pê kir hat şikandin û wiha got: “Qedandina hevdîtinên li Îmraliyê xelet bû. Piştî ku careke din li Îmraliyê tecrîd xistin meriyetê girtiyan ji bo binpêkirinên mafan bi dawî bibin berxwedanek dan destpêkirin. Divê hiqûq ji bo her kesî wekhev bê sepandin. Mafên mirovan hene, mecbûre ku girtî bi malbatên xwe re hevdîtinê bikin. Aliyekê ev maf qismî tê qebûlkirin lê li Îmraliyê qet nayê qebûl kirin.”   ‘BI PANDEMIYÊ TECRÎD KÛR KIRIN’   Çagatay anî ziman ku bi pandemiyê tecrîd hatiye kûrkirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji ber ku tecrîda bi salan e li girtîgehan didome re deng nehat derxistin li civakê jî belav bû. Şûna ku parêzer, rojnamevan, hunermend, tendurîstvan û xwendekar pirsgirêkekê dijîn cuda cuda bertek nîşan bidin divê bêjin ‘em vê yekê qebûl nakin’ û têdikoşin, di çarçoveya mafên me yên qanûnî de em we red dikin. Mecbûriyeteke ku dengê girtiyan li her qadê were ragihandin. Divê têkoşîneke giştî bê dayîn.”   ‘DIVÊ EV SEPAN BÊN BIDAWÎKIRIN’   Endamê OHD’ê parêzer Bîlal Erman jî diyar kir ku li girtîgehan demekî dirêje binpêkirinên mafan diqewimin û wiha got: “Beriya niha jî girtî ketibûn çalakiya grevê û tecrîd ji bo demekî derbasdar hatibû rakirin. Lê ji 7’ê tebaxa 2019’an û niha ve careke din xistin meriyetê. Ev rewş li dijî Rêzikên Mandela yên Neteweyên Yekbûyî, pêşniyarên Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) û Qanûna Înfazê ya bi hejmara 5275’an e. Divê Wezîrê Dadê demildest vê pêkanîna ne qanûnî bi dawî bike, divê çi hevdîtina parêzeran çi ya malbatan bê kirin.”   ‘TU DAXWAZ NE DERVEYÎ QANÛNAN E’   Erman da zanîn ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan gihiştina asta îşkenceyê û wiha berdewam kir: “Li girtîgehan mafên herî bingehîn tên binpêkirin û pêkanînên rûmet şikandinê çêdibin. Ev rewş di raporên rêxistinên hiqûqê de jî hene. Tu daxwazên îro tên xwestin ne derveyî qanûnan e. Ez bang li desthilatê û hemû meqamên darazê dikim hêj nebûyî dereng qanûnên xwe pêk bînin.” Erman ji bo mafê jiyanê yê girtiyan bê parastin bang li rayedaran kir û got: “Divê kontrolên tenduristiyê yên girtiyên di çalakiya grevê de bi rêkûpêk bên kirin, li gorî protokolan pêwistiya wan a xweyîbûn bê pêşwazîkirin û lênihêrînên bijîşkî bên kirin.”   ‘JI BO HER KESÎ EDALET’   Erman destnîşan kir ku çalakiya grevê niha dorveger e lê ne diyare wê çawa bidome û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo ku mirin çênebin divê kesên xwedî wijdan li her qadê deng derxînin û alavên zextê bişkînin. Divê bê zanîn ku riya herî girîng a astengkirina tecrîdê ya ji derveyî girtîgehan belavî civakê bibe, ji bo her kesên neheqî, mûameleya nebaş û îşkence lê te kirin xwestina edaletê û ji bo vê jî dayîna têkoşînê re derbas dibe.”