Fîncanci: Daxwazên girtiyan mafên mirovanî ne 2021-02-11 11:46:50   AMED - Seroka Konseya Navendî ya TTB'ê Şebnem Korur Fincanci, xwest daxwazên girtiyan pêk bên û wiha got: "Ev daxwazên girtiyan raste rast mafên mirovan eleqeder dikin. Wekî TTB'ê ev yek berpirsiyariya me ye jî."   Reberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 15'ê Sibata 1999'an heta niha li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Girava Îmraliyê nêzî 22 salin bi tena serê xwe di hucreyê de tê girtin. Tecrîdkirina Ocalan her ku diçe girantir dibe. Li dijî tecrîdkirina Ocalan girtiyên siyasî ji 27'ê mijdarê heta niha dest bi greva birçîbûnê kirine. Çalakiya girtiyan 77 rojin didome. Gelek rêxistinên civakî û sivîl li dijî tecrîdê daxuyanî didin û dixwazin tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe. Lê li gel bertekên li dijî tecrîdê zêde dibin jî heta niha rayedarên hikûmet û dewletê ji bo daxwazên girtiyan û çalakgeran tu daxuyanî nedane.    Seroka Konseya Navendî ya Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) Şebnem Korur Fincanci, li ser tecrîdê û binpêkirina mafên girtiyan ji Ajansa me ya Mezopotamya (MA) re axivî.    Fincanci, anî ziman ku ji ber rê û rêbazên têkoşînê yên wekî din namînin, girtî li girtîgehan ji bo mafê xwe bixwazin dest bi greva birçîbûnê dikin û wiha got: "Girtî bi rêbaza  greva birçîbûnê hewl didin dengê xwe bidin bihîstin. Di vê pêvajayê de jî dewlet dibe xwedî helwestên cuda. Di salên 80'ê, 90'î û di navbera salên 1990-2000'an de dema girtî diketin greva birçîbûnê di navbera rayedarên dewletê û girtiyan de muzakere û diyalog dihatin kirin. Ji bo tenduristiya civakê ev muzakere nebe nabe ye. Di nava van diyalog û muzakereyan de rêveberên TTB'ê jî cih digirtin. Nûnerên TTB'ê diçûn girtîgehê û hekîmên serbixwe çavdêdî dikir. Heyeta ku di navde hekîmên oteyên tabiban hebûn piştî ziyaret û çavdêriyê rewş dinirxandin. Hem ji bo kesên ketine grevê divê li çi baldar bin û hem jî li ser rewşa grevê çalakger ronî dikirin. Lê piştî AKP hat ser îqtîdarê û şûnde mixabin tiştekî wisa tune ye. Herî dawî di sala 2000'an de wekî heyeta serbixwe û hekîmên odeyê çûn li girtîgehan me lêkolîn kir. Piştî wê îqtîdara AKP'ê tu xebatên wisa nekirin."    Fincanci anî ziman ku ji ber şertên çalakiyê nayên amadekirin mirov jiyana xwe ji dest didin û wiha axivî: "Me dit ku hikûmet ji hemû muzakereyan re deriyê xwe girtiye. Me daxwazên xwe bi Wezareta Edaletê, Wezareta Karên Hundir re parve kir û me randewû xwest. Lê daxwazên me red kirin. Lê em ê dîsa daxwazên xwe yên randevûyê berdewam bikin. Em dibêjin bila girtî nekevin greva birçîbûnê. Lê ji xeynî greva birçîbûnê rê û rêbazên tekoşînê ji girtiyan re nayê hiştin. Ji ber vê yekê em dixwazin ku rê û rêbazên ku girtî daxwazên xwebînin ziman û parve bikin bên avakirin. Qadên ku daxwazên xwe bînin ziman bên vekirin. Hemû rêxistinên mafên mirovan, rêxistinên pîşeyi, ked û hiqûqê dixwazin daxwazên girtiyan li ber çavan bên girtin.    Fîncanci, da zanîn ku Lijneya Mafên Mirovan a TTB’ê têkildarî van daxwazên girtiyan, hewl dide hin belgeyên ku karibe nirxandinê bike û daneyên rast kom bike xebatê dike û wiha got: "Vê sertemê zor û zahmetiya herî mezin pêvajoya şewbê ye. Girtî di şertên şewbê de çalakiyê berdewam dikin. Çalakiya girtiyan a di pêvajoya şewbê de rîskek mezin bi xwe re tîne. Divê pergala wan a fêrbûnê pir xurt be. Ji bo çalakiyê pêşniyarên me çûbûn. Me bi rêya parêzeran ragihand. Me xwest girtî pergala xwe ya fêrbûna bedenê xurt bikin.    'HEMÛ CÎHAN DIZANE KU TECRÎD ÎŞKENCE YE'    Fincanci, destnîşan kir ku li vî welatî mirov ji bo daxwaza edaletê dikevin grevê û wiha lê zêde kir: "Ji ber ku li vî welatî darizandina bi edalet û serbixwe tune ye. Dipirsin Dibêjin 'Ma mirov ji bo tecrîdê dikeve grevê? Hemû alem dizane ku tecrîd îşkence ye. Têkildarî vê yekê gelek belge hene. Ji ber vê yekê dikevin grevê. Em wekî hekîmlan, rewşa tenduristiya girtiyan dişopînin. Ji bo girtî daxwazên xwebînin ziman û bê bihîstin, divê parazvanên mafên mirovan çi ji destê wan tê bikin. Xwedî berpirsiyar in. Ev daxwazên girtiyan raste rast mafên mirovan eleqeder dike. Wekî TTB'ê berpirsiyariya me jî heye. Wekî rêxistinên pîşeyî û tendurisityê divê berpirsiyar tev bigerin."    Fincanci, xwest ku mirov xwe bêçare nebîne û rêbazên bêtir bi bandor pêş bixin û neçarî ku bi betena xwe têbikoşe nebîne.