Kampa polîs, esker û endamên MÎT’ê lê tên ragirtin hat bombebarankirin! 2021-02-11 12:10:34   NAVENDA NÛÇEYAN – Hat diyarkirin ku di operasyona Tirkiyê li dijî Herêma Garê ya Başûrê Kurdistanê daye destpêkirin de di operasyona hewayî de kampa endamên MÎT’ê, esker û polîsên ji aliyê PKK’ê ve hatine desteserkirin hatiye bombebarankirin.    Hêzên Çekdar ên Tirkiyê di 10’ê sibatê de li dijî Herêma Garê ya Başûrê Kurdistanê dest bi operasyonek berfireh a bejahî û hewayî kir. Operasyona leşkerî berdewam dike. Di roja ewil a şer de du fermandarên Tirkiyê bi navê Harûn Tûrhan û Bûrak Coşkûn hatibûn kuştin û 4 esker jî birîndar bûbûn. Wezareta Berevaniyê ya Millî ya Tirkiyê îro daxuyaniyek din da û ragihand ku serpel (yuzbaşi) Ertûg Guler ê birîndar bûbû jî jiyana xwe ji dest da.   Di roja ewil a operasyonê de li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê xelk li dijî şer derketibû û bertekên xwe li dijî Tirkiyê anîbûn ziman. Duh êvarê li gelek bajarên Ewropayê jî li dijî operasyona Tirkiyê xwepêşandan hatibûn lidarxistin.    Tîmê Taybet yê berê Abdullah Agar duh di hesabê xwe yê Twîtterê de destnîşan kiribû pêşmergeyên girêdayî PDK’ê cilên xwe guhertine û beşdarî operasyonê bûne. Tevî vê agahiyê jî heta niha ne Hikumeta Herêma Kurdistanê û ne jî Hikumeta Navendî ya Iraqê derbarê operasyona eskerî ya Tirkiyê de tu daxuyaniyek fermî nedane.    IRAQ: AGAHÎ NEDAN ME    Li aliyekî xemsarî ango bêdengiya hikumetên Herêma Kurdistanê û Iraqê berdewam dike li aliyê din jî ji fermandarên Muhafizên Sînorê Iraqê Tuggeneral Diler Ferzende Zebarî ji Rûdawê re axivîbû û gotibû ku derbarê operasyonê de ew nehatine agahdarkirin.    KAMPA KU ÊSÎRÊN ŞER LÊ BÛN HAT BOMBEKIRIN   Li gorî nûçeya di ANF’ê de HPG’ê daxuyaniyek nivîskî belav kir û daxuyanî wiha ye: “Êrişên li ser Garê ku di 10'ê sibatê bi şev saet di 03:00 de bi êrişa berfireh a bi helîkopter û balafirên şer dest pê kir, dewam dike. 10'ê sibatê û di şeva 10-11'ê sibatê de êrişên hewayî û liv û tevgera helîkopteran dewam kir. Dewleta Tirk bombardûmaneke giran li gelek deverên Garê kir. Di nava cihên hatin bombekirin de kampek jî heye ku êsîrên şer lê dihatin ragirtin. Agahiyên li ser encama bombardûmanê wê piştre bên parvekirin.”