Çîçek hat berdan 2021-02-11 13:06:22   AMED - Hevserokê DBP'ê ya Amedê yê berê Îbrahîm Çîçek hat berdan.    Hevserokê Rêxistina DBP'ê ya Amedê Îbrahim Çîçek ku xwest bibe hevşaredar û bihinceta bi KHK'ê hatiye dûrxistin nehat qebûlkirin û hatibû girtin, hat berdan. Çîçek ku bi îdeaya "Endamtiya rêxistinê" dihat darizandin, îro danişîna wî li 8'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Çiçek, ji girtîgeha Tîpa D a Amedê bi rêya SEGBÎS'ê tev li danişînê bû. Parêzerên wî Îbrahim Afşar, Mehmet Oner û Mesut Beştaş ji li salonê amade bûn. Heyeta dadgehê, piştî danişînê der barê Îbrahîm Çîçek de biryara berdanê da û Çiçek serbest berda. Çîçek parastina xwe bi kurdî kir.