Parêzer ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin 2021-02-11 13:22:17   STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo ku bi muwekîlên xwe re hevdîtin bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind tê ragirtin, Rêzan Sarica, Raziye Ozturk, Îbrahîm Bîlmez û Serbay Koklu,  ji bo ku bi muwekîlên xwe re hevdîtin bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.   Parêzerên Ocalan, Rêzan Sarica û Newroz Ûysal, piştî 8 salan di navbera 2’yê Gulan û 7’ê Tebaxa 2019’an de çûbûn Îmraliyê bi muwekîlê xwe re 5 hevdîtinan kiribûn.    Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê, bi hinceta ku Ocalan, “Nexşerê” amadekiriye û di sala 2009’an de ji Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) re şandiye, di 23’ê îlona 2020'an de qedexeya hevdîtinê ya 6 mehan li parêzeran hatibû sepandin.