Hîndekaran astengî nas nekirin: Em ê nirxên xwe biparêzin 2021-02-11 13:30:45 STENBOL - Polîsan hîndekarên Zanîngeha Stenbolê ku xwestin ji bo piştevaniya xwendekar û hîndekarên Zanîngeha Bogazîçiyê li pêş Kampûsa Beyazitê daxuyaniyê bidin asteng kirin. Hîndekarên li ser vê yekê li derdora zanîngehê meş li dar xistin û gotin: “Nirxên me yên ku me dikin zanîngeh çi bibe bila bibe em ê bi parêzin.”   Hindekarên Stenbolê piştevaniya xwendekar û hîndekarên Zanîngeha Bogazîçiyê ku li dijî rektorê qeyûm Melîh Bûlû yê AKP'yî çalakiyên xwe yên şermezarkirinê didomînin kir. Hîndekaran ji bo piştevaniyê xwest li ber Kampûsa Beyazit daxuyaniyê bidin lê polîsan bi hinceta bergiriyan destûr neda ku hîndekar daxuyaniyê bidin. Hîndekaran bertek nîşanî vê yekê dan û diyar kirin ku ev pêkanîn antidemokratik in. Hîndekar li derdora zanîngehê meş li dar xistin û di vê kêliyê de axivîn.    'EM PIŞTEVANIYÊ DIKIN'   Hîndekarê Zanîngeha Stenbolê Tamer Demîralp di meşê de axivî û diyar kir ku piştevaniya her kesên ji bo xweseriya zanîngehê û azadiya akademîk mafên xwe yên destûra bingehîn bikartînin, dikin. Demîralp hedef girtina hîndekar û xwendekaran şermezar kir û wiha got: “Tiştên ku meheke zêdetir li Zanîngeha Bogazîçiyê pêk tên, ji bo pêkanînên antîdemokratîk ên van salên dawî li gelek zanîngehên Tirkiyeyê pêk tên mînak e.”   ‘BILA XWENDEKAR BÊN BERDAN’   Demîralp anî ziman ku bingeha pêkhateyên zanîngehan xwendekar in û wiha berdewam kir: “Tundiya polîsan a li ser xwendekarên ku ji bo xweseriya îdarî û akademîk a zanîngehan mafê xwe yê protestoyê bikartînin hêviya ciwanan a derbarê welatê me de dişikîne. Daxwaza me ewe ku xwendekarên ji bo mafê xwe yê makeqanûnî bikaranîn hatin binçvakirin, girtin û bi hefsa malê hatin cezakirin bên berdan.”    ‘EM Ê HETA DAWÎ BIPARÊZIN’   Demîralp gotinên xwe wiha bi dawî kirin: “Em weke hîndekarên Zanîngeha Stenbolê radigihînin ku nirxên me dikin zanîngeh çi bibe bila bibe em ê bi parêzin. Bikaranîna mafê îtîrazê yê bi riyên demokratîk mafekî mirovî û rûmetî ye.”