Xwendekar dê mijara îşkeneyê bibin darazê 2021-02-11 13:52:52   STENBOL - Xwendekarên zanîngehê yên tayînkirina "Rektorê Qeyûm" a Zanîngeha Bogazîçî şermezar kirin û hatibûn binçavkirin, mijara îşkenceyê, dê bi rêya parêzeran bibin dadgehê û serlêdana sûc bikin.    Koordînasyona Parêzeran a Bogazîçîyê, têkildarî îşkenceya li xwendekarên ku tayînkirina Rektorê Qeyûm a Zanîngeha Bogazîçî şermezar kirin û dema hatibûn binçavkirin li wan hatibû kirin, daxuyanî dan. Koordînasyonê diyar kir ku di çalakiyan de zêdeyî 500 xwendekar hatin binçavkirin û jê 11 xwendekar hatin girtin. Koordînasoyna parêzeran anin ziman ku di bin çavan de îşkence li xwendekaran hatiye kirin û destê wan li pişt wan kelepçe kirine. Koordînasyonê, destnişan kir ku ev kiryarên polîsan li dijî Peymana Mafên Mirovan û xala 20'an a Destûra Bingehin e. Parêzeran da zanîn ku dê li dijî van gef, îşkence û sûcê hatiye kirin serlêdana sûc bikin.