Eskeran welatiyê 65 salî binçav kirin 2021-02-11 13:53:52   DERSIM - Duh êvarê li navçeya Pilemûriye ya Dersimê welatiyê bi navê Velî Yildiz hat binçavkirin.    Eskeran duh êvarê li navçeya Pilemûriye ya Dersimê bi ser mala welatiyê bi navê Velî Yildiz ê 65 salî de girtin. Eskeran li malê lêgerîn kirin û pişt re Yildiz binçav kirin. Hat diyarkirin ku Yildiz bi îdiaya “endamê rêxistinê ye” hatiye binçavkirin û ew birine Fermandariya Cendirmeyan a Dersimê. Tê payîn îro Yildiz sewqî edliyê bê kirin.