'Tecrîd sûcê mirovahiyê ye' 2021-02-11 13:54:23   ŞIRNEX- Komek endam û rêveberên HDP'ê, bi tevlêbûna parlamenterên HDP'ê, li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li navçeya Qilêbanê ya Şirnexê daxuyanî dan. Komê di çalakiyê de pankarta "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye" vekir û dirûşmeyên "Bijî berxwedana zindanan" berz kirin.    Komek endam û rêveberên HDP'ê bi tevlêbûna parlamenterên HDP'ê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li navçeya Qilêbanê ya Şirnexê daxuyanî dan. Parlementerên HDP'ê yên Şirnexê Hasan Ozgûneş, Huseyîn Kaçmaz, li qada mesîreyê ya Qilebanê kom bûn û daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta "Tecrît sucê mirovahiyêye" hat vekirin. Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Hasan Ozgûneş daxuyanî da. Ozguneş, diyar kir ku edelet ji herkesî re lazim e û wiha axivî: "Ji bo li Îmraliyê tecrît bi dawî bibe, hevalên me yên girtîgehan dest bi grevên birçîbûnê kirin. Ji bo ku dengê wan bê bîhistin û daxwazên wan ji hêla dewletê ve bên guhdar kirin di grevê de ne. Em jî weke rêxistina HDP'ê ya Şirnexê li ber quntarên çiyayê pîroz bang li rayedarên dewletê dikin ku guh bidin dengên girtiyan. Banga me ji hemû hêzên demokrat ew e ku werin em dest bidin hevdû û ji daxwazên wan re bibin bersîv. Ji bo ku ev zext û zordariya li ser Îmraliyê bi dawî bibe û ji bo ku ev faşîzme bi dawî bibe divê em têkoşîna xwe mezin bikin. Em dibêjin ji herkesekî re edelet."    Daxuyanî bi dirûşmeya "Bijî berxwedanan zindanan" bi dawî bû.