Operasyona Garê li binkeya PDK'ê tê koordînekirin 2021-02-11 14:41:00 NAVENDA NÛÇEYAN – Hat derpêşkirin ku TSK'ê ji bo ku  esîrên xwe yên di destên PKK'ê de xelas bike, operasyona Garê daye destpêkirin. Her wiha tê diyarkirin ku di operasyonê de gelek eskerên tirk mirine û operasyon li binkeya PDK'ê tê koordînekirin.  Hêzen Çekdar ên Tirk (TSK), li herêma Garê operasyon pêk anî. Operasyona li herêmê didome. Balafirên şer û balafirên kifşê, ewil li zeviyên Gundê Guzê, Meyrokê, Siyanê, Çemşerîtkê, Yekmalê û Kanîsarkê û Deşta Kafya û Deşta Nehlê bombe kirin. Piştî bombekirinê helîkopterên Kobra û Skorskyê esker daxistin herêmê. Piştî helîkopteran esker daxistin herêmê di navbera eskeran û HPG’ê de şerê dijwar derket. Şerê duh dest pê kir îro ji berdewam kir. Li herêma Meyrokê û Siyanê şer didome.   Hat gotin ku di şer de gelek eskerên TSK’ê hatine kuştin û helikopterên kobra û skorsky çûne nêzî herêma Sinkê, Bêgova (Girê Biyê), Geliyê Zaxo û Sîrê (Şêladizê) û esker kişandine baregehên wan.    Çavkaniyên herêmî jî anîn ziman ku 24 baragehên TSK'ê yên îstixbaratê li Qada Mesif a girêdayî Bajaroka Selahaddin a Hewlerê ku aydî PDK'ê ne tên birêvebirin. Li Navenda Koordineyê berê jî  tevgerke hevpar a 5 pêngavan xistibûn meriyetê. Yek ji perçeyê planê jî dagirkirina herêma Garê bû.    Pêngava yekemîn; Ketina Şêxan, Etruş, Bergarê û herema Akrê bû. Pêngava duyemîn; herêma Zinî Wertê, Sidekan, Pêngava Seyêmîn; Herêma Bamerne, Amediye û Barzan, Pêngava Çaremîn; Herêma xeta Behdinan û Qendîlêb  û hemû herêmê dagir bikin bû.    Çavkaniyan da zanîn ku 15 roj berê li herema Behdinanê li mintiqeya Etruşê nêzî 700 - 800 esker li kampan hatibûn bicihkirin  û yekîneyên girêdayî Gulan û Sidad Barzanî li vir perwerde dîtine. Hat zanîn ku endamên MÎT û TSK'ê perwerde dane van pêşmergeyan.    HÊZÊN ROJ  Û GULAN TEVLÊ BÛN?    Hat diyarkirin ku hêzên girêdayî Masrur Barzanî, Hêzên Gulan û Pêşmergeyên Roj ên ji aliyê TSK'ê ve anîn Herêma Barageha Başika, beşdarî operasyonê bûne. Hêzên Masrûr Barzanî û Hêzên Gulan 4 meh berê anîbûn û li herêmê bi cih kiribûn. PDK'ê aşkere nekir ku ev hêz paşve vegeriyane. Di mehên dawî de di navbera van 2 hêzan û PKK'ê de dem bi dem rageşî rû dida.    Têkildarî operasyonê TSK'ê daxuyanî da û diyar kir ku heta niha 2 efserên wan hatine kuştin. Çavkaniyên herêmî jî destnîşan dikin ku di şer de gelek esker hatine kuştin.   MA / Erdogan Altan