Doza rojnamevan Aydin hat taloqkirin 2021-02-11 15:12:21   ÎZMÎR - Danişîna doza nûçegihana JinNewsê Melîke Aydin a ji ber çêkirina nûçeyan tê darizandin hat taloqkirin.    Nûçegihana JinNewsê Melîke Aydin ji ber nûçeyên çêkirine û bi çavkaniyên xwe yên nûçeyê re hevdîtina telefonan kiriye bi îdiaya “endama rêxistinê ye” doz lê hatiye vekirin. Danişîna duyemîn a doza Aydin, li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yemîn a Îzmîrê hat lidarxistin. Di danişînê de Aydin û parêzera xwe Şukran Ozturk amade bûn. Danişîna ku bi tespîta nasnameyê dest pê kir Aydin parastina xwe kir û diyar kir ku hevdîtinên telefonê yên bi çavkaniyên nûçeyan re kirine di çarçoveya xebatên rojnamegeriyê de ne û rojnamegerî ne sûc e.    Di danişînê de dozger xwest ku delîlên di dosyayê de cih digirin careke din ji TEM’ê bên şandin û şahidên nepen ên di di dosyaya rêveberên EGE TUHAY-DER’ê de cih digirin bên guhdarkirin. Parêzera Aydin, Şukran Ozturk diyar kir ku daxwazê dozger tu feydeya hiqûqî nade darizandinê û xwest daxwazên dozger bên redkirin. Şandeya dadgehê daxwazên dozger qebûl kirin û danişîn taloqî 8’ê hezîranê kir.