Berberoglû dîsa bû parlamenter 2021-02-11 15:32:19   ENQERE - Parlamenterê CHP'ê Enîs Berberoglû ku Dadgeha Destûra Bingehîn derbarê wî de biryara binpêkirina mafê wî dabû û darizandina wî ji nûve hatibû destpêkirin, dîsa bû parlamenter.   Parlamenterê CHP'ê Enîs Berberoglû ku Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) derbarê wî de biryara binpêkirina mafê wî dabû û darizandina wî ji nûve hatibû destpêkirin. Piştî ku biryara dadgehê li Meclîsê hat xwendin dîsa bû parlamenter. Enîs Berberoglû, piştî ku roja sêşemê beşdarî komcivîna CHP’ê bibe wê bikare di xebatên qanûnçêkirinê yên Lijneya Giştî ya Meclîsê de cih bigire.