Ozguneş: Ji pergala birêz Ocalan ditirsin 2021-02-11 15:51:42 ŞIRNEX - Parlementerê HDP'ê Hasan Ozguneş di panela têkildarî tecrîdê de axivî û got: “Birêz Ocalan konfedaralîzma demokratîk ava dikir, ev jî ji wan re bû tirseke mezin. Ji pergala Ocalan tirsiyan. Ji ber wê komplo pêk anîn û tecrîd giran kirin."   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Qilebanê derbarê tecrîd û çalakiyên grevên birçîbûnê de li avahiya xwe panel li dar xist. Di panelê de pankarta “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” hat daliqandin. Panelîstên panelê parlementerê HDP'ê yên Şirnexê Hasan Ozguneş û Huseyîn Kaçmaz bûn. Endam û rêveberên HDP'ê yên navend û navçeyan tevlî panelê bûn. Panel bi deqîqeyeke rêzgirtinê destpêkir.   'MÎNAKA ÎMRALIYÊ LI TU DEVERÊN CÎHANÊ NINE'    Parlementerê HDP'ê Huseyîn Kaçmaz mijara di qada hiqûqî de tecrîd nirxand û destnîşan kir ku di hiqûqê de tecrîd sucê mirovahiyêye û wiha axivî: "Di destûra bingehîn de mafê her girtiyekî heye ku bi malbata xwe re hevdîtinên telefonê bike. Her wiha mafê her girtiyekîye ku bi parêzerê xwe re hevdîtin pêk bîne. Lê her kes dizane ku dema ku biryara komploya navnetewî hatiye dayîn, wê pêkanînên wê jî ji derveyî hiqûqê bên. Daxwaza netewdewletan ew bû ku birêz Ocalan îdam bikin û vê bikin mêriyetê. Bi vê planê xwestin ku di navbera gelên Rojhilata Navîn de dijminahiyê ava bikin. Lê sekna birêz Ocalan ev komplo pûç kir. Ji sala 1999'an heta niha dewleta Tirkiyeyê û dewletên desthilatdar bi girankirina tecrîdê yasayên xwe binpê dikin. Îro tecrîd ne tenê li Îmraliyê heye, li her deverên Tirkiyeyê heye. Mînaka Îmraliyê li tu deverên cîhanê nehatiye dîtin. Lê birêz Ocalan bi fikreke azad ev tecrîdê têk biriye."   'JI PERGALA OCALAN TIRSIYAN'   Pişt re Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş axivî. Ozgûneş jî bal kişand ser armanca komploya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha axivî: "Dema ku dewleta Sovyet têk çû, dewletên emperyalîst rabûn gotin, hewceye ku ji bo NATO xwe ser lingan bigire neyarek ji wan re hewce dike. Heta niha neyarê wan Sovyet bû. Lê ew çûn. Rabûn pirtûkek dan nivîsandin û gotin şerê medeniyetan. Şerê medeniyetan jî çibû? Di dîrokê şerê îslam û xiristiyanan bû. Di şerê xaceperestan de gotin, cîhan hemû bû kapîtalîst, pêwîste ku em Rojhilata Navîn ji xwe re weke dijmin nîşan bidin. Gotin, hewceye ku îslam bi me re be û em wan bi rêve bibin. Em şer bikin, çekan biforoşine, şer bikin bajarên wan xerab bikin. Pişt re em faîz bidin wan û bibêjin em ê riyên we çêbikin. Weke Musul û Helebê wê dît. Wê demê birêz Ocalan ji wan re got, ‘Me bi sedan salan Rojhilata Navîn bi împaratorî bi rêve bir. Werin em weke dewletên Rojhilata Navîn rê nedin dewletên kapîtalîst. Heger hûn bixwazin ku em li Rojhilatanavîn pergaleke demokratîk ava bikin, em dikarin li dijî dewletên Ewropayî bisekinin’. Birêz Ocalan riyeke însanî nîşanî wan hemûyan da Ji Kadafî re, Saddam re name şand. Di heman demê de bi Beşar Esad re yek û yek têkiliya wî hebû. Lê guh nedanê. Nikarîn xwe ji jehra dewletên netewperestan rizgar bikin. Desthilatdariyê ev hêzên Rojhilata Navîn har kirin. Encamên vê jî giran bûn. Birêz Ocalan konfedaralîzma demokratîk ava dikir, ev jî ji wan re bû tirseke mezin. Ji pergala Ocalan tirsiyan. Ji ber wê komplo pêk anîn û tecrîdê giran kirin."   Panel bi dirûşmeya "Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû.