Bayindir: Heke tecrîd neşikê wê polîtîkayên heyî bidomin 2021-02-11 17:33:00   AGIRÎ – Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, diyar kir ku heke tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan neşikê dê rejîma heyî û polîtîkayên wê bidomin.      Rêxistina Bajar a HDP’ê ya Agiriyê, li avahiya xwe bi şîara “Em li dijî faşîzmê bibin yek, xwe bi rêxistin bikin û têkoşînê bilind bikin” civîneke gel li dar xist. Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Parlamenterê HDP’ê yê Bajar Abdullah Koç û gelek HDP’î tevlî civînê bûn.    TECRÎD ASTENGIYA MEZIN E   Di civînê de destpêkê Parlamenter Koç axivî. Koç, diyar kir ku li Tirkiyeyê bingeha qrîza Pirsgirêka Kurd e û got ku li welatê edalet lê tunebe ne pêkane aştiya civakî pêk were. Koç, di axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û ev tişt gotin: “Cihê tecrîda ku li ser Ocalan dimeşînên di Destûra Bingehîn de tuneye. Bi tevahî bi kêfî ye. Ev jî faşîzm e. Ev tecrîd astengiya herî mezin a li pêşiya Prisgirêka Kurd e.”   BÊYÎ KURDAN NE PÊKAN E   Piştî Koç Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir axivî û bal kişand ser polîtîkayên li Rojhilata Navîn êm li hemberî kurdan û bandoran wan a li ser siyaseta herêmê û destnîşan kir ku bêyî vîna gelê kurd Neteweyên Yekbûyî û Amerîka li Rojhilata Navîn nikarin tu gavî bavêjin û ji ber vê yeke ji aliyê hêzên dagirker ve êrişên dijminane li ser kurdan tên meşandin.    TECRÎD ŞERÊ LI DIJÎ KURDAN E   Piştî van tespîtên xwe Bayindir, da zanîn ku mijara wan tecrîd û çalakiyên greva birçîbûnê yên ji bo tecrîdê hatine destpêkirinin û wiha got: “Ji me dipirsin û dibêjin, ‘hûn çima li şûna qrîza aborî û pirsgirêkên welat Ocalan dikin rojev’. Tecrîda li ser Ocalan şerê li dijî kurdan e. Îro li ser tevahiya civaka Tirkiyeyê tecrîd tê meşandin û dixwazin bi qeyûman vîna gele kurd û hêzên demokratîk tune bikin. Heke tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan neşikê dê rejîma heyî û polîtîkayên wê bidomin. Em bang dikin ku em tev bi hev re li dijî tecrîdê derkevin û zihniyeta qeyûm parçe bikin.”