Welatiyê 65 salî Yildiz girtin 2021-02-11 19:02:16     DERSIM - Li navçeya Pilemûriyeyê ya Dersimê Velî Yildizê ku duh danê êvarî hatibû binçavkirin, bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin.    Duh danê êvarî li navçeya Pilimûriyeyê ya Dersimê polîsan avêtibû ser mala Velî Yildizê 65 salî û ew binçav kiribûn. Hat diyarkirin ku bi hinceta ku şahidekî nepen derbarê Yildiz de îfade daye, hatiye binçavkirin. Dadgehê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" Yildiz girt.    Yildiz birine Girtîgeha Xarpêtê.