ROJEVA 12'Ê SIBATA 2021'AN 2021-02-12 09:00:21   * Rojnameger Yasîr Eliyas diyar kir ku hikûmeta Tirkiyeyê bi ketina Şengalê dixwaze herêmê dagir bike û anî ziman ku piştî ku rayedarên Tirkiyeyê li herêmê serdan pêk anîne DAIŞ li herêmê çalak bûye û got: "Tirkiye li herêmê DAIŞ'ê li dijî gel bikar tîne. DAIŞ Tirkiye bi xwe ye. Divê hikûmeta Iraqê jî vî tiştî bibîne. Tirkiye li herêmê bi çalakkirina DAIŞ'ê gef li hikumeta Iraqê dixwe."   * Xwendekara Zanîngeha Stenbolê Hîvda Selen ku di dema çalakiyên şermezarkirina "rektorê qeyûm" de hatibû binçavkirin, hem cezayê hepsa malê lê hatiye hem jî cezayê îmzeavêtinê lê hat birîn.    * Endama Komîsyona Girtîgehan aa Şaxa ÎHD'a Îskenderûnê Parêzer Mehtap Sert, anî ziman ku girtî li qawîşên karantînayê bi şewba Covîd-19'ê dikevin.    * Cenazeyê Ayşe Bayramê nadin malbatê. Bi hinceta ku "dê û bavên wê tune ne" testa DNA'yê nayê kirin û nayê zanîn bê ka cenazeyê Bayramê li ku derê hatiye definkirin. Bayram, sal û nîvek berê li Şirnexê di êrîşeke hewayî de jiyana xwe ji dest dabû.  * Serokê Giştî yê KKP'ê Sînan Çîftyurek, destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan perçeyeke polîtîkaya şer e û got: "Gere berxwedana girtiyan bi tenê neyê hiştin."    * Gelek jin di binçavan de bi tahdeya cinsî re rû bi rû dimînin. Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn, ev yek nirxand. Keskîn, destnîşan kir ku kiryarên ku tevahiya wan esker, polîs, cerdevan û gardiyan in, yek ji wan jî nayê cezakirin û bi vî awayî tê xwestin ku berxwedana civakiyî ya bi pêşengiya jinê bê hilweşandin.    * Rojnamevanan anî ziman ku îqtidar ji bo ku ser sûcê ku dike binixumîne zextên li ser rojnamevanan zêde dike û sansurê pêk tîne.    * Hevserokê OHD'a Amedê Mûharrem Şahîn, anî ziman ku piştî ku Ocalan teslîmî Tirkiyeyê hatiye kirin tecrîdê ketiye rojevê û ji bo çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdê jî got: "Mirov dimirin, ji bo hiqûq pêk bê. Divê em giş ji ber vê şerm bikin."   * Ji ber santrala nukleerê ya li Ermenîstanê li Îdirê rêjeya pençeşêrê zêde dibe. Parlementerê HDP'î Habîp Eksîk, diyar kir ku ji ber bikaranîna sotemeniyên fosîlî û ji ber ku deşt û newal dikevin ber îmarê jî, welatî hewayeke pir qirêj hildimijin.    * Jinan komploya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk hat şermezar kirin û ew ê di sala 2021’an de têkoşîna jinan bilind bikin û şikandina tecrîda li Îmraliyê kirine armanca xwe.    * Danişîna doza Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr ê qeyûm danîn şûna wê dê li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yemîn a Êlihê were lidarxistin. (11.00)   * HDP têkildarî betalkirina guhertina Yasaya Înfazê dê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bide. (13.00)   * Hewldana Meclîsa LGBTÎ+ a HDK'ê têkildarî gotinên nefretê yên demên dawî de li dijî LGBTÎ+ zêde bûne li avahiya Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê li dar bixe. (13.00)