Hem cezayê hepsa malê birîn, hem jî şertê îmzeavêtinê danîn ber wê 2021-02-12 09:01:22 STENBOL -Xwendekara Zanîngeha Stenbolê Hîvda Selen ku di dema çalakiyên şermezarkirina "rektorê qeyûm" de hatibû binçavkirin, hem cezayê hepsa malê lê hatiye hem jî cezayê îmzeavêtinê lê hat birîn.  Di çalakiyên şermezarkirina "rektorê qeyûm" Melîh Bûlû de ku tayinî Zanîngeha Bogazîçiyê hatiye kirin, heya niha li 25 kesan cezayê hepsa malê hatiye birîn. Yek ji van xwendekaran jî Xwendekara Beşa Zaravayên Tirkî û Wêjeyê ya Zanîngeha Stenbolê Hîvda Selen e. Lê belê li gel cezayê hepsa malê cezayê îmzeavêtinê jî li Selenê hatiye birîn. Ji ber vê dê Selen biçe qereqolê îmzeyê bide.    Selen ku di dema çalakiyên 2'yê Sibatê de hatibû binçavkirin, heger her hefte biçe qereqolê û îmze bide, dê cezayê hepsa malê binpê bike. Lê heger ji bo cezayê hepsa malê binpê neke û ji bo îmezeyê neçe qereqolê, vê carê jî dê şertê kontrola edlî ya îmzeyê binpê bike.    Selen, ji bo cgirtin û binçavakirinan destnîşan kir ku ev ne biryarên hiqûqî, siyasî ne û ji bo cezayên lê hatine birîn jî got: "Rewşa ez pê re rû bi rû mame, delîla vê yekê ye. A hatiye kirin dijî xwezaya eşyayê ye. Kişf dibe ku bê çawa bçare bûne. Ev wêneyê bêçaretiyê ye."    MA / Nacî Kaya