'Girtî di qawîşa karantînayê de bi şewbê dikevin' 2021-02-12 09:01:23 HATAY - Endama Komîsyona Girtîgehan aa Şaxa ÎHD'a Îskenderûnê Parêzer Mehtap Sert, anî ziman ku girtî li qawîşên karantînayê bi şewba Covîd-19'ê dikevin.  Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îskenderûnê Parêzer Mehtap Sert, binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Îskenderûnê ya Tîpa T'yê bi raya giştî re parve kirin. Sert, anî ziman ku çûye girtîgehê serdana girtiyan kiriye û girtiyên ku rêveberiya girtîgehê wan dixe qawîşa karantînayê hemû bi şewba Covîd-19'ê dikevin. Sert, diyar kir ku girtiyên nexweş Sadik Guler û Îsmaîl Tamboga jî li qawîşa karantînayê bi şewbê ketine.    'LI QAWÎŞÊ BALÎF Û RENZE TUNE NE'    Sert, bi vî awayî behsa qawîşên karantînayê kir: "Kesên nû tên girtin û kesên diçin revîrê li heman cihî dimînin. Li qawîşê balîf û renze tune ne. Tenê nivîneke sînger û betaniyeyek heye. Rûnivînên balîfan û nivînan tune ne. Kesê radikeve tenê xwe li ser nivînê dirêj dike. Kesên dû re tên jî li ser vê nivîna nehatiye dezenfektekirin radizê. Me ji bo Kadîr Sert ku ji ber propagandaya rêxistinê hatiye girtin, rûnivîn û balîf xwest, lê gotin 'tune ne.'"    '2 GIRTIYÊN NEXWEŞ BI ŞEWBÊ KETIN'    Sert, diyar kir ku îdareya girtîgehê girtiyên nexweş Tamboga û Guler, piştî revîrê xistine qawîşa karantînayê û her du girtî li vê qawîşê bi şewba Covîd-19'ê ketine. Sert got: "Hefteya borî min Îsmaîl Tamboga dît. Bi şewbê neketibû. Dê wî bibirana Nexweşxanea Perwerdehî û Lêkolînê ya Hatayê. Lewma wî xistibûn qawîşa karantînayê. Got, semawerî wî nedane wî, tiştên vexwarinê yên germ tune ne û betanî jî nedane wî. Siddik Guler jî biribûn qawîşa wî. Lê piştî hevdîtina bi min re, testa Guler jî pozîtîf derketiye."    Sert, da zanîn ku şert û mercên qawîşa karantînayê qet nebaş in û ji ber ku kalorîfer bi rêk û pêk nayên vêxistin girtî pir diqefilin.