Cenazeyê Ayşe Bayram nadin malbatê 2021-02-12 09:01:25 AMED – Cenazeyê Ayşe Bayram nadin malbatê. Bi hinceta ku "dê û bavên wê tune ne" testa DNA'yê nayê kirin û nayê zanîn bê ka cenazeyê Bayramê li ku derê hatiye definkirin. Bayram, sal û nîvek berê li Şirnexê di êrîşeke hewayî de jiyana xwe ji dest dabû.  Ayşe Bayrama HPG'yî di 23'yê Cotmeha 2019'an de li herêmeke Bêşebab a Şirnexê di êrîşeke hewayî de tevî 7 hevalên xwe jiyana xwe ji dest dabû. Sal û nîvek derbas bûye, hîn jî cenazeyê Bayramê radestî malbatê nehatiye kirin. Bi hinceta ku dê û bavên Bayramê ne sax in, testa DNA'yê jî nayê kirin û ji ber vê cenaze nadin malbatê.    Gava malbata Bayram pê dihesin keça wan jiyana xwe ji dest daye, di 24'ê Mijdara 2019'an de ji Amedê diçe Şirnexê. Li vê derê serî li dozgeriyê dide û dixwaze cenaze wergire. Lê belê ji wan re tê gotin ku cenaze hefteyek berê li Şirnexê hatiye definkirin. Dozgerî, cihê gorê ji malbatê re negotiye. Piştî ku malbat israr dike, vê carê tê gotin ku bûyer li Bêşebabê çêbûye û dosye li dozgeriya navçeyê ye. Malbat jî diçe Dozgeriya Bêşebabê. Polîsên li dozgeriyê, ji wan re dibêje ji kesên ku di êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest dane, yek jê Ayşe Bayram e, lê belê dozger jî bereksê vê gotiye "cenazeyekî wiha tune ye." Her wiha dozgeriyê daxwaza xwişk û birayên Bayramê ya ji bo testa DAN'yê jî bi hinceta "dê û bavên wê tune ne" qebûl nekiriye.    ŞERÊ DERÛNΠ   Xwişk Miyaser Yildirim a 40 salî, anî ziman ku sal û nîvek e ji bo cenazeyê xwişka xwe wergirin tevdigerin û ji bo testa DNA'yê du caran daxwazname dane Dozgeriya Bêşebabê. Yildirim, destnîşan kir ku dozgeriyê her du daxwazanemyên wan jî red kiriye û got: "Me a sisêyan şand Dozgeriya Pasûrê û şemiya borî me telefonî dozgeriyê kir, lê belê gotin 'Dosyeya Ayşeyê ji Bêşebabê nehatiye.' Me jî got madem ji bo DNA'yê xwînê ji me nagirin, nexwe bila biçin gorên dê û bavên me vekin. Em ji bo her duyan jî hazir in. Lê bersivê nadin me. Şerekî derûnî didin meşandin."    ‘BILA CENAZEYÊ ME BIDIN'    Xwişk Byaram ku got "Heger edalet hebûya, wê şerekî werê psîkolojîk tune bûna" û got: "Li me werê hatiye ku tu dibêjî qey ruh di bedenên me de nemaye. Dê û bavên me tune ne. Cenazeyê xwişka me di destê dewletê de ye. Em cenazeyê xwişka xwe dixwazin. Bila cenazeyên me bidin me."    Ayşe Bayram di sala 1994'an de li gundê Textê yê Pasûrê hatiye dinê. Heft xwişk û bira ne. Ayşe biçûka malê ye. Gava du salî bûye bavê wê û gava 7 salî bûye jî dêya wê jiyana xwe ji dest daye. Ayşe li Amedê li cem xizmên xwe dibistana navîn û lîse xwendiye û di sala 2014'an de li çûye Zanîngeha Îbrahîm Çeçen a Agiriyê û dest bi Beşa Civaknasiyê kiriye. Tenê du mehan li zanîngehê maye û di heman salê de tevli HPG'ê bûye.