Tahdeya cinsî: Armanc hilweşandina berxwedana civakî ye 2021-02-12 09:01:31 STENBOL - Gelek jin di binçavan de bi tahdeya cinsî re rû bi rû dimînin. Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn, ev yek nirxand. Keskîn, destnîşan kir ku kiryarên ku tevahiya wan esker, polîs, cerdevan û gardiyan in, yek ji wan jî nayê cezakirin û bi vî awayî tê xwestin ku berxwedana civakiyî ya bi pêşengiya jinê bê hilweşandin.  Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn, ji bo piştgiriya di warê hiqûqî de ya ji bo jinên ku bi taciz, tecawiz û tahdeya dewletê re rû bi rû dimînin, di sala 1997'an de Buroya Alîkariya Hiqûqî ya Li Dijî Taciz û Tecawizê vekiribû. Buro, 23 sal li pey xwe hiştin û heya niha alîkariya 800 jinî kiriye.    NIKARIBÛN BÎNIN ZIMAN    Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn, taciz, tecawiz û lêgerîna tazî ku jin di dema binçavan de pê re rû bi rû dimînin, nirxand.    Keskîn, bilêv kir ku gava wan buro vekiriye, tiştên ku li girtîgehan hatine serê jinan tomar kirine û piştî demekê nexasim ji bajarên herêmê gelek kesan serî li wan daye. Keskîn, diyar kir ku di salên 1990'î de gava li herêmê hevdîtin bi jinan re kirine, jinan ji wan re gotiye eskeran "tiştên pir xirab" kirine, lê belê nikaribûne aşkere bibêjin ka çi kirine.    Keskîn, destnîşan kir ku êdî mirov dikarin derbarê tahdeya cinsî de biaxifin û got: "Ji roja ku me dest pê kiriye heya niha, 800 jin û jinên trans serlêdan kirin. Lê ev hejmar tu carî rastiyê nade der. Tahdeya cinsî, tahdya herî dijwar e. Gelek jin şerm dikin, xwe xirab hîs dikin. Ji ber ku difikirin wê bi tenê bimînin, nabêjin. Jixwe bilêvkirin ne wisa rihet e. Em civakeke feodal in, ku bi hikmên darazî hatiye nixumandin."     Keskîn, anî ziman ku rêbaza lêgerîna tazî û tahdeya cinsî ji zû de tê bikaranîn. Keskîn, diyar kir ku jinên ku berê nikaribûn tiştên dihatin serê wan bibêjin, di salên dawî de bi qewîbûna bîrbiriya lêgerîna mafan êdî bilêv dikin.    ARMANC TÊKŞIKANDINA MUQAWEMETA CIVAKÎ YE    Keskîn, anî ziman ku armanca van rêbazan ew e ku di ser jinê re civak bê tirsandin û tepisandin û got: "Bi tahdeya cinsî ya li jinan tê kirin, tê xwestin muqawemetiya berxwedana civakî bê têkşikandin û hilweşandin. Bi vî awayî dixwazin muqawemetiya jinên ku pêşengiya bûyerên civakî dikin hilweşînin û pêşî li ber berxwedanê bigirin."    KESEK JÎ NEHAT CEZAKIRIN    Keskîn, anî ziman ku ji bo binpêkirina mafên jinên serî li buroyê dane gilî kirine û belgeyên tahdeya cinsî peyda kirine. Keskîn got: "Lê belê dadgeh ji bo tahdeya cinsî raporên Saziya Tiba Edlî qebûl dikin. Saziya Tiba Edlî jî saziyeke dewletê ye. Em di vî warî de bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû dimînin. Tew rapor hebin jî ceza li kriyaran nabirin. Heya niha me çi doz kiribe, di yekê de jî ceza li kiryarên taciza cinsî an jî kiryarê tecawizê nehatine birîn. Lê em li DMME'yê di gelek dozan de bi ser ketine."    DEV JI MAFÊN XWE YÊN HIQÛQÎ BERNEDIN    Keskîn, destnîşan kir ku Tirkiye îmze daniye bin gelek peymanên navneteweyî, lê belê dijî van peymanan tevdigere û got: "Jinên mexdûr, divê jibîr nekin ku mafên wan ên qanûnî hene û teqez divê gilî bikin. Tu bikî nekî baweriya wan bi daraz nayê, lê dîsa jî bila serî lê bidin. Ji lewra daraz, tenê ne hiqûqa navxweyî ye. Derfetên ji bo serlêdana hiqûqa navneteweyî jî heye. Dixwazim jin serî netewînin û sûdê ji mafên hiqûqî bigirin."    MA / Semra Tûran