'Îqtidar bi sansurê ser sûcên xwe dinixumîne' 2021-02-12 09:01:33 STENBOL - Rojnamevanan anî ziman ku îqtidar ji bo ku ser sûcê ku dike binixumîne zextên li ser rojnamevanan zêde dike û sansurê pêk tîne.  Li gor daneyên Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG), di meha Çileyê de li 5 rojnamevanan ceza hatiye birîn, rojnamevanek hatiye girtin, 4 rojnamevan hatine binçavkirin û 6 rojnamevan jî bi êrîşan re rû bi rû mane û 30 nûçe jî hatine astengkirin. Li gor rapora meha Kanûnê ya komeleyê jî 960 nûçe û 145 malperên nûçeyan hatine astengkirin.    Nivîskarê Rojnameya Bîrgunê Erk Acerer û Sekretera Giştî yê Sendîkaya Basin Îş Dîskê Ozge Yûrttaş, zext û zoriyên li ser rojnamevanan nirxandin.    Erk Acerer, anî ziman ku îqtidar ji bo ser sûcên ku dike binixumîne sansurê pêk tîne. Acerer, destnîşan kir ku îqtidar ji civakê û demokrasiyê dûr ketiye û ji bo vê jî îşaret bi eraziyê ku Serokê Ragihandinê yê Serokomartiyê Fahrettîn Altûn li kendavê kiribû û lê çardax û şomîne çêkiribû. Acerer, bilêv kir ku astengkirina nûçeya ku derbarê xerakirina vê çardax û şomîneyê ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ve hatibû xerakirin, ji bo vê yekê mînaka herî berbiçav e.    RÛXANDINA CIVAKΠ   Acerer, anî ziman ku li Tirkiyeyê rûxandineke civakî heye û got: "Ev ji ber pergal û rêbazên îqtidarê ye. Lê belê a girîn ew e ku li hemberî vana em çawa şikil digirin. Îqtidar zimanekî berbelav dike û bi vî zimanî her kesî terorîze dike. Gotina wan divê ji bo me ne pir girîng be. Heya ji me bê divê em xwe ji vî zimanî dûr bixin. Îqtidar dibêj, 'ev terorîst in' û hin kes newêrin bi van kesên ku îqtidar wan bi vî awayî lanse dike wêne bigirin. Dibêje, 'ev rê ne rêya netewperestiyê ye' û li hemberî vê ne muxalefet ne jî organên muxalefetê rêyeke din qebûl nakin. "    TÊ ASAYÎKIRIN    Acerer, anî ziman ku yozbûyîneke mezin û tirseke pir mezin heye û got: "Ji ber ku îqtdar nahêle nûçe bigihên ber destê civakê, vê tirs û yzobûyînê asayî dike. Ji lewra gava civak hay ji tiştekî tune be, wî tiştî wekî tiştekî asayî dibîne. Di vî warî de bar dikeve ser milê raya giştî jî. Niha tîraja giştî ya rojnameyên muxalif li dor 30 hezarî ye. Ev hejmareke ecêb e. Gava xebatkarên çapemeniyê yên ji bo civakê dibin ronahî bên sansurkirin û astengkirin, divê civak xwedî li wan derkeve."    TÊKOŞÎNA RÖXISTINBÜYİ   Sekretera Giştî ya Basin Îşê Ozge Yûrttaş jî, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê rojnamevan tenê ne bi sansurê bi otosansurê re jî rû bi rû ne. Yûrttaş, anî ziman ku divê pêşî li ber vê otosansura di çapemeniyê de bê girtin û ji bo vê têkoşîneke xurt divê. Yûrttaş got: "Ji bo neasayîkirina vê rewşê, ev pir girîng e. Li hemberî sansurê û zextan, bertekdayîneke xurt pir girîng e."