Şahîn: Ji bo hiqûq pêk bê, mirov dimirin 2021-02-12 09:01:35 AMED - Hevserokê OHD'a Amedê Mûharrem Şahîn, anî ziman ku piştî ku Ocalan teslîmî Tirkiyeyê hatiye kirin tecrîdê ketiye rojevê û ji bo çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdê jî got: "Mirov dimirin, ji bo hiqûq pêk bê. Divê em giş ji ber vê şerm bikin." Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger a girtiyan ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dane destpêkirin, ji 27'ê Mijdara 2020'an ve didome. Hevserokê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ê Amedê Mûharrem Şahîn, tecrîda li Îmraliyê û çalakiyên greva birçîbûnê yn li dijî tecrîdê nirxandin.    Şahîn u got "Tecrîd, di asasê xwe de mirovekî, bêmirov dike. Ji mirovan dûr dixe" anî ziman ku ji roja ku cîhan ava bûye heya niha tecrîdê wekî rêbazekê tê pêkanîn. Şahîn, destnîşan kir ku heya niha tu pergaleke hiqûqê tecrîdê qebûl nekiriye û li cihên ku tecrîd lê heye bêhiqûqîtî, neheqîtî, zilim, binpêkirina mafan û zext hene. Şahîn got: "Li Tirkiyeyê jî piştî ku Birêz Abdullah Ocalan hat girtin, ket rojevê. a rast berî vê jî hebû, nexasim jî li girtîgehan. Piştî darbeya 80'yî zêde hat pêkanîn. Lê ev qasî neketibû rojeva civakê, ev qasî bandor li civakê nekiribû."    ‘TENÊ NE JI BO KESEKÎ YE'    Şahîn, destnîşan kir ku tecrîd tenê ne ji bo kesekî ye û got: "Heger hûn rabin û mirovan ji mirovan xalî bikin, dê yekparebûna bedenî û ruhî ya mirovan xera bibe. Ji xwe armanca pêkanîna tecrîdê jî ev e. Yanî gava tecrîd pêk tê, ev tenê ne ji bo kesekî ye. Di serî de bandorê li malbata wî û derdora wî dike. Îjar heger kesê tê tecrîdkirin kesekî xwedî wesfa rêbertiyê be, ev yek li hemû sazî, partî û komeleyên ku di bin temsîliyeta wî de ne jî tê pêkanîn. Tecrîda li Tirkiyeyê pêk tê, bi temamî bêhiqûqî û kêfî ye."    ‘DEWLET RÊXISTINÊN SÛCÎ NE'    Şahîn, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê hiqûq tu derfetê nade ber tecrîdê, lê belê di pêkanînê de heye. Şahîn got: "Çi di mewzûata neteweyî çi jî di ya navneteweyî de gelek qanûn hene. Di belgeyên gerdûnî de, dijhiqûqiya tecrîdê heye. A rast niha dewlet hemû rêxistinên sûcî ne. Tişta herî zelal ev e. Tişta ku divê em pê zanibin ev e. Ê ku çekên komkujiyê çêdikin dewlet in. Sûc hemû bi destên dewletan tên kirin. Dewlet hemû wekî ku li dijî tecrîdê bin tevdigerin, lê berpirsiyarên xwe yên di vî warî de pêk naynin. Tenê hev du şantaj dikin, Kêmasiyên hev du ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin. Komployan li hev du dugerînin, ji bo berjewendiyên xwe."    Her wiha Şahîn destnîşan kir ku heya niha Tirkiyeyê tu carî bilêv nekiriye ku Oacaln tê tecrîdkirin, lê belê ji bo xwe mafdar nîşan bide tim xwe davêje bextê "Ocalan telîmatê dide rêxistinê" û got: "Lê belê tu hêleke vê ya rasteqîn tune ye. Jixwe di odeya wî de jî kamera heye. Roniya odeya wî 24 saetan vekiriye û her tim tê sehîkirin. Gava parêzer hevdîtinê dikin jî li wir amûrên tomarkirinê û kamera hene. Her wiha peywirdarekî Wezareta Dadê jî li wir e. Yanî ne rast e ku telîmatê dide. Bi slan e hevdîtin çênabin. Ne bi malbata xwe re ne bi parêzerên xwe re ne jî bi çapemeniyê re. Îja wê çawa telîmatê bide rêxistinê? Heger tiştekî werê hebe, ev tiştekî têkildarî dewletê ye. Tişta ku divê bikeve ber lêprisînê jî ev e."    Şahîn, bilêv kir ku dewlet sirf ji bo ku hincetekê ji bêhiqûqîtiyên xwe re bibîne wiha dike.    MIROV DIMIRIN   Şahîn, bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdê jî û got: "Ji ber ku hiqûq pêk nayê mirov dikevin greva birçîbûnê. Ji bo tecrîda li Îmraliyê rabe dikevin greva birçîbûnê. Şerm e ji bo me. Mirov dimirin, ji bo hiqûq pêk bê."    MA / Mehmet Erol