Rêveberê EMEP’ê yê Meletiyê hat binçavkirin 2021-02-12 10:36:15   MELETÎ - Rêveberê EMEP’ê yê Meletiyê Nejdet Balî hat binçavkirin.   Eskeran bi ser mala serokê berê û rêveberê Partiya Kedê (EMEP) yê niha Nejdet Balî ya li Taxa Dûrûlova ya navçeya Argana Meletiyê de girtin û binçavkirin. Eskeran Balî teslîmî polîsan kir. Polîsan Balî birin Miduriyeta Polîsan a Meletiyê. Sedema binçavkirina Balî nehat zanîn. Serokê Bajêr ê EMEP’ê Şerîf Demîrel, xwest ku binçavkirinên mûxalîfan bên bidawîkirin.