Cendirmeyan bi ser gundên kurdan de girt: 7 kes binçav kirin 2021-02-12 10:36:43   KONYA - Li Konyayê Hevserokê Rêxistina HDP’ê yê Navçeya Kûlû yê berê Suleyman Înan jî di nav de 7 kes bi hêceta parvekirinên medya civakî hatin binçavkirin.    Duh cendirmeyan bi ser gundên kurdan ên navçeyên Kûlû û Cîhanbeylî yên Konyayê de girtin. Cendirmeyan li malan lêgerîn pêk anî. Piştî lêgerînê Hevserokê Rêxistina HDP’ê yê Navçeya Kûlû Suleyman Înan, her wiha welatiyên bi navê Îsmet Uçler, Osman Ekîcî, Erdal Taşkiran, Mustafa Yilmaz, Hasan Oyucu û Ekrem Sogût hatin binçavkirin.    Hat zanîn ku Serdozgeriya Komarê ya Konyayê bi hêceta parvekirinên medya civakî lêpirsînê daye destpêkirin. Welatî li şaxa TEM’ê ya cenirmeyan tên ragirtin û tê payîn îro wan sewqî dozgeriyê bikin.