Scholey: Azadiya Ocalan wê çareseriya mayînde bîne 2021-02-12 11:37:59 ENQERE - Hiqûqnasê îngîlîstanî Paul Scholey ê di nava Şandeya Aştiyê ya Navnetewî de cih digire Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan wek “Mandelayê Rojhilata Navîn” pênase kir û azadiya Ocalan dê ji bo pirsgirêka kurd çareseriya mayînde bîne.  Hiqûqnasê sendîkayî yê îngîlîstanî Paul Scholey ê di sala 2019’an de wek endamê Şandeya Aştiyê ya Navnetewî hatibû Tirkiyeyê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji ajansa me re nirxand.    Scholey anî ziman ku ew di roja 100’emîn a greva birçîbûnê ya Leyla Guven li dijî tecrîda li ser Ocalan dabû destpêkirin hatibûn Tirkiyeyê û got: “Ez li ber serê wê rûniştibûm. Hêj bîranîna herî zindî ye di bîra min de. Gelek nexweş bû û gelek zeîf bûbû. Xwest ku bi şandeya me re hevdîtin bike. Hevdîtin li ser israra wê pêk hatibû.”    JI BO LÊKOLÎNA TECRÎDÊ HATIBÛN    Scholey destnîşan kir ku armanca bingehîn a şandeya wan ew e tecrîda li Ocalan tê sepandin lêkolîn bike û bike rapor û ji bilî tecrîdê gelek kêşeyên din ên rejîma otorîter hene û wan çavrê kiriye ku her roj siyasetmedar tên girtin û ew li ber gelek tiştan matmayî mabûn.    HEVDÎTINA LI GEL DAYIKEK AŞTIYÊ    Scholey destnîşan kir ku gotinên “ez ne ji bo ku ji mirinê hez dikim di greva birçîbûnê de me, ez ji bo ku jiyanê hez dikim di grevê de me” yên Leyla Guven ji bo wî gelek balkêş bûne û wiha got: “Li gel hevdîtina bi Leylayê re me li gel Dayikên Aştiyê jî hevdîtin pêk anîbû. Axaftina me ya li gel dayikek ku keça xwe, du kurê xwe û hevjînê winda kiriye û bi cezayê hepsê re rûbirû mabû qet ji bîra min naçe. Dorpêça polîsan a li Amedê min xistibû nava tirs û xofek mezin. Polîsan eşkere me dişopandin. Li her xalê polîsên bi çek hebûn. Ev yek ji bo me cihê aciziyê bû.”    ‘DADGER BI AWAYEK FIÎLÎ GIRTÎ NE’    Scholey destnîşan kir ku ew Ocalan wek “Mandelayê Rojhilata Navîn” pênase dike û wiha got: “Ew girtî ye. Ji ber vê yekê jî mihtemeliya çareseriyê gelek kêm e. Bi salan e destûr nadin malbat û parêzerên wî hevdîtinê bikin, ev yek meriv dixe nava tirsê. Tecrîda li Îmraliyê tê sepandin tu eleqeya wê bi yasayan ve nîne. Yasa gelek di rewşek baş de ne. Pêdivî bi yasayek nû jî nîne. Pêwîste Tirkiye yasayên xwe yên heyî bisepîne. Ez difikirim ku êdî Tirkiye ne dewletek hiqûqê ye. Dadger bi awayek fiîlî girtî ne lewma kes di ewlehiyê de nîne.”    ‘DEMA AZADIYA WÎ YE’    Scholey anî ziman ku wî hin nirxandinên Ocalan jî xwendiye û got: “Girêdana wî ya ji bo wekheviyê gelek bandorê li ser mirovan dike. Ew piştgirê tevgera jinan a li Kurdistanê ye. Ev yek tesîrek mezin li ser min kir. Ez di wê baweriyê de me Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd rasterast bi hev ve girêdayî ne. Heke serbest were berdan dê pirsgirêka kurd jî bi awayek mayînde were çareserkirin. Ez pir dixwazim vê yekê bibînim.”    MA / Bêrîvan Altan - Gozde Çagri Ozkose