Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr hat berdan 2021-02-12 11:55:12 ÊLIH – Derbarê Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr ê qeyûm danîbûn şûna wî biryara berdanê hat dayîn.    Wezareta Karên Navxweyî, Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr ji wezîfeyê girtibû û Waliyê Êlihê wek qeyûm danîbû şûna wî. Demîr bi îdiaya “endamê rêxistinê ye” girtî dihat darizandin. Danişîna sêyemîn a doza Demîr li Dadgeha Cezayê Giran a 3’yemîn a Êlihê hat lidarxistin. Demîr bi rêya dîmen û deng (SEGBÎS) ji Girtîgeha Amedê Tîpa D beşdarî danişînê bû.    Parêzerên Demîr, malbata wî û Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Salîm Kaplan ê ji Rêveberiyên Xwecihî Berpirsiyar, Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz a qeyûm danîn şûna wê, Hevserokê Rêxistina HDP'ê yê Êlihê Omer Kulpu danişînê şopandin. Dadgehê derbarê Demîr de bi şertê kontrola edlî biryara berdanê da.    'ÎQTIDAR BIRYARÊ DIDE'   Mehmet Demîr parastina xwe bi kurmancî kir û destnîşan kir ku biryarên derbarê wî de hatine girtin hemû di bin kontrola îqtidara siyasî de pêk hatine û li şûna dadgeh li gorî yasayan tevbigerin lê veguheriye qada cezakirinê.    Dozger xwest Demîr girtî were darizandin.    Parêzerên Demîr parastina miwekîlê xwe kirin û xwestin dema girtinê li ber çavan were girtin û bê berdan.    Şandeya dadgehê derbarê Demîr de bi şertê kortola edlî û qedexeya derketina derveyî welat biryara berdanê da û danişîn taloqî 4'ê hezîranê kir.