Li çoltera Şirnex û Sêrtê operasyon hat destpêkirin 2021-02-12 13:22:28   ŞIRNEX - Li çoltera Şirnex û Sêrtê operasyona eskerî hat destpêkirin.   Wezareta Karên Navxweyî ragihand ku bi navê “Eren-10 Gabar” li çoltera Şirnex û Sêrtê operasyoneke eskerî ya nû daye destpêkirin. Di operasyonê de Tîmên Taybet ên Cendirme (JOH), Tîmên Taybet ên Polîsan (POH) û cerdevan di nav de hezar û 73 personelên ku ji 68 tîman pêk tên cih digirin.   Li aliyê din operasyonê di rojên derbasbûyî de li herêma Omeryan a Nisêbînê ku Fermandariya Cendirmeyan a Mêrdînê bi tevlîbûna esker û cerdevanan dabû destpêkirin jî berdewam dike.