Girtiyên îşkence ragihandin xistin ber lêpirsînê 2021-02-12 14:25:03   MEREŞ - Girtiyên ku li Girtîgeha Turkoglûyê gardiyanan îşkence li wan kiribû, ji ber îşkence ji raya giştî re ragihandin dozgerê girtîgehê derbarê wan de lêpirsîn da destpêkirin.    Gardiyanan di 5’ê sibatê de li Girtîgeha Turkoglûya Mereşê ya Tîpa L, îşkence li girtî Sedat Karak, Veysî Altan, Servan Sertkaya, Orhan Dorû û Îhsan Oran kiribûn. Sedat Karak ê bûyera îşkenceyê ragihand duh bi malbata xwe re bi telefonê axivî. Karak diyar kir ku ji ber îşkenceya gardiyanan li wan kir ji raya giştî re parve kirine dozgerê girtîgehê derbarê wan de lêpirsîn daye destpêkirin.    Karak da zanîn ku di ser îşkenceya gardiyanan li wan kiriye de hefteyek derbas bû û wiha got: “Niha agahiya ku dê me bibin nexweşxaneyê dan me û tu alîkariya hiqûqî nehat kirin.”