HDK'ê êrişên nifrînê şermezar kir 2021-02-12 14:33:45   STENBOL -  Hewldana Meclîsa LGBTÎ+ ya  HDK'ê, bal kişand ser êrîşên nifrînê yên li dijî LGBTÎ+ yan û got "Ji bo cîhanek bê çîn, bê sînor û bê zayend em ê têkoşîna yekîtiya xwe berdewam bikin."      Hewldana Meclisa LGBTÎ+ ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi armanca balê bikişîne ser êrîşên nifrînê yên li dijî LGBTÎ+ yan li Şaxa ÎHD'ê ya Beyoglu ya Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist. Li salona ÎHD'ê bi kurdî û tirkî pankartên "Ji binçavkirin, îşkence û gotinên nifrînê re bes e" vekirin. Di civînê de ewil Aktîvîsta Meclîsê Havîn Ozcan, anî ziman ku di bin çavan de îşkence li wan hatiye kirin û wiha got: "Bi hinceta min gel sor kiriye ez binçav kirim. Di bin çavan de işkence li min kirin. Destê min li pişta min kelepçe kirin. Gefên tecawizê li min xwarin.    Endamê Kuluba BULGBTÎ+ yê Piştevaniyê ya Bogazîçî, Omer Demir jî anî ziman ku di bin çavan de îşkenceya derûnî û fîzîkî li wan kir û wiha got: "Ez ê der barê kesên îşkence li min kirine de serlêdana Sûc bikim. Aktîvîsta Jinan a Demokrata Nû Sînem Ozkan û Aktîvîsta Hewldana Meclîsa  LGBTÎ+ ya HDK'ê Hejar Çiya jî axivîn û anî ziman ku piştî li Zanîngeha Bogazîçî berxwedanê dest pê kir êrîşên li dijî wan jî dest pê kir. Aktîvîstan anîn ziman ku ji bo cîhanek bê çîn, bê sînor û bê zayend dê têkoşîna yekîtiya xwe berdewam bikin.