Di çalakiya ‘rektorê qeyûm’ de 19 kes hatin binçavkirin 2021-02-12 15:20:37   BÛRSA - Polîsan mudaxileyî meşa Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Bûrsayê ya ji bo piştevaniya xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê kirin û 19 kes binçav kirin.   Polîsan mudaxileyî Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Bûrsayê ku xwestin li Pira Setbaşiyê ji bo piştevaniya xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê meşekê li dar bixin, kirin. Polîsan di mudaxaleyê de Hevseroka HDP'ê ya Bûrsayê ya berê Yuksel Aygun jî di nav de gelek kes li erdê dirêjkirin û ji paş ve kelemçe kirin.   19 BINÇAV KIRIN   Piştî mudaxileya polîsan girse li kolanan bi berzkirina dirûşmeyan meşiya. Polîsan cara duyêmîn mûdaxileyî girseyê kir. Polîsan di mudaxileyan de 19 kes binçav kirin. Hat zanîn ku kesên hatin binçavkirin, birin Miduriyeta Polîsan a Bajêr.