HDP’ê serî li AYM’ê da: Dev ji helwesta cihêkar berdin 2021-02-12 15:21:08 ENQERE - HDP’ê bi boneya naveroka yasaya înfazê cihêkariyê dihebîne were betalkirin serî li AYM’ê da. Parlamenterên HDP’ê piştî serlêdanê dest bi nobeta edaletê kirin. Hevserokên HDP’ê gotin: “Dev ji helwesta cihêkar berdin.”  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo betalkirina guhertina yasaya înfazê ku cihêkariyê dihebîne serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da. Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Umît Dede yê ji Hiqûq û Mafê Mirovan Berpirsiyar, Cîgira Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş jî di nav de koma Meclîsê ya HDP’ê û gelek parêzer li ber AYM’ê hatin cem hev.    HDP’iyan êlekên li ser nivîsa “Destpêkê Edalet” hebûn li xwe kirin. Beriya HDP’yî werin ber AYM’ê li Parka Ahlatlibel Ataturk bi sedan polîs hatin bicihkirin. Polîsan di derketina parkê de barîkatan danî û nehişt tu kes derkeve.    HDP’iyan biryar da ku li hundirê Parkê daxuyanî bidin. Umît Dede û Meral Daniş Beştaş têkildarî serlêdanê, îşkence, tecrîdê, binpêkirina mafê mirovan û nebûna edalet û hiqûqê daxuyanî dan çapemeniyê.    NOBET GIRTIN   Parêzerên endamên Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê ji bo daxwaznameyê radestî AYM’ê bikin çûn avahiyê û serlêdan kirin. HDP’iyan jî li cihê lê kom bûn nobeta “edaletê” ya temsîlî dest bi çalakiya rûniştinê kirin.    HEVSEROKÊN GIŞTÎ: DEV JI HELWESTA XWE CIHÊKAR BERDIN    Pişt re Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar jî hatin cihê nobetê û beşdarî nobetê bûn. Pişt re Bûldan û Sancar daxuyanî dan û wiha bang li AYM’ê kirin: “Li tavilê dev ji vê helwesta xwe ya cihêkar berdin. Ji bo her kesî destpêkê edalet. Helbet wê rojekê teqez edalet ji we re jî lazim were.”    Piştî daxuyaniya hevserokan HDP’iyan dawî li nobeta xwe anî.