Girtiyên PKK'î û PAJK'î: Bibin dengê berxwedana me 2021-02-12 15:47:30 NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên PKK û PAJK’î ku li girtîgehan 78 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne diyar kirin ku heta ku Ocalan azad nebe wê têbikoşin û wiha gotin: “Em bang li hemû derdorên demokratîk, nivîskar, hunermend û akademîsyenan dikin ku ji berxwedana me re bibin deng.” Li ser navê girtiyên PKK'î û PAJK'î Deniz Kaya derbarê berxwedana çalakiya greva birçîbûnê ku li girtîgehan di roja 78’emîn de didome daxuyaniyek da. Kaya di daxuyaniyê de bal kişand ser komploya 15'ê Sibatê, polîtîkayên şerê taybet ên ji bo şikandina berxwedana grêva birçîbûnê û ferzkirina poşmaniyê ya qanûna înfaza cezayê ya nû.   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:   “Di van gavên ku em dikevin salvegera 22'an a komploya navnetewî ya 15'ê Sibatê de, êrîşên bi plan û rêxistinî yên pir baş hesabkirî yên pergala modernîteya kapîtalîst bi asta cîhanî didomin. Tê zanîn armanca van êrîşan tasfiyekirina giştî ya gelê Kurd û tevgera azadiyê ye. Hesabên kilîkên desthilatdariya hegemonîk ên global ku bi çewisandina berxwedana bêhempa ya Rêber Apo ev 22 sal in didome, bi berxwedana ên ku têkoşîna demokrasî û azadiyê diparêzin hatiye pûçkirin. Bersiva herî mezin ya ji bo hêzên deshilata global ku dixwazin bi komploya navnetewî hebûn û karîgeriya Rêber Apo pûç bikin, berxwedana gerîla ku hêviya vî gelî ne, helwesta fedayî ya şehîdên me ku di qedemeya fermandariya pêşeng de ne û berxwedaniya gel daye.   HETA KU AZADIYA FIZÎKÎ BI CIH WERE EM Ê TÊBIKOŞIN   Rêber Apo pergala netewdewletî ya ku hişmendiya sereke ya modernîteya kapîtalîst e û plansaziyên hêzên faşîst ku qira civakê tînin pûç kirine. Piştî ku komploya navnetewî ku hêzên faşîst û mêtingeriya qirker jî di nav de bûn, encam negirtin, bi plansaziyên nû komployê didomînin. Di qonaxa berdest de li dijî hêzên ku dixwazin ku komploya navnetewî sazkar bikin berxwedane gel û tevgerê wê tim domdar be. Wê bi berxwedanê bersiva plansaziya wan hêzan were dayin ku di şexsê Rêber Apo de dixwazin qira Kurdan bînin. Em girtiyên PKK'î û PAJK'î yên li zindanên Kurdistanê û Tirkiyeyê jî diyar dikin ku em ê li dora Rêber Apo kom bibin û heta ku azadiya fizîkî bi cih were em ê têbikoşin. Di vê rewşê de ku em dikevin sala 22'yan a komploya navnetewî bi pêngava dema azadiyê ye, ya ku azadiya fizîkî ya Rêber Apo dayî ber xwe, heke em berxwedaniya xwe li dijî faşîzmê geş bikin em bawer dikin ku li ser xeta serfiraziyê bi ser bikevin. Bi destgîrkirin, girtin, gefên girtina partiyan, hevkariya çeteyan re, bi guherîna yasayî û berjewendî ya li qada hiqûqê çewisandin û çavtirsandin ji xwe re kiriye armanc. Medyaya şerê taybet ku tekane simîda jiyanê ya desthilata ji hêz ketî ye, heta çaxê raketinê wê pê re be.   BERXWEDANA ME WÊ BIDOME   Bêguman desthilata AKP-MHP'ê li bara berxwedanên demokratîk ji hêz dikeve û diqede. Ji ber vê bi polîtîkayên şerê taybet ê bi fêlbazî dixwaze berxwedanan pûç bike. Em weke girtiyên PKK'î û PAJK'î ji ber em tecrîda li ser Rêber Apo qebûl nakin ji 27'ê Mijdarê û vir ve çalakiya grêva birçîbûnê ya dorveger û domdar dikin. Ji bo azadiya fizîkî ya Rêbertiya me bi cih were û tecrîda li ser Rêbertiya me rabe me dest bi helwesteke wiha sincî û îradî kir. Desthilata AKP-MHP'ê di ser malbatên me re ji bo ku berxwedaniya me bişkînin xwe li polîtîkayên şerê taybet digire. Diçine cem gelek malbatên girtiyan, xwestine ku bi derewan wan bikişînin aliyên xwe. Xwedêgiravî bi zorê em ketine çalakiyê û ji bo ku em dawî li çalakiyê bînin ji wan xwestine ku bang bikin. Ti şik û gumana me jê nîne ku li dijî van polîtîkayan helwesta malbatên girtiyan weke berê wê bi rengekî birûmet be. Ev helwest li dijî desthilatê bûye û wê bibe bersiva herî mezin. Em girtiyên azad helîna di nav xweşikiya heqîqetê de, tinebûna di nav de ji xwe re kiriye yekana armanca jiyanê. Berxwedaniya me ji bo gihaştina heqîqetê û wiha jiyana wekhev, demokratîk û azad û gelan datîne. Heta ku em encamê bistînin berxwedaniya me bi rengekî bi îdîa û rêxistinî wê bidome.   EM QANÛNA ÎNFAZÊ QÊBÛL NAKIN   Derheqê yasaya înfazê ku desthilatê van mehên dawî de daniye holê bi temamî bi naveroja siyasî û polîtîk e. Her yek ji van xalan ku ji bo pêşî li berdana hemû girtiyan bigire hatine danîn, polîtîkaya tasfiyekirinê nûjen dike. Şerê yasaya ku jê re berdana bişert tê gotin, şertê beyana poşmaniyê ye. Ev yasa bi temamî li dijî tevgera azadiyê hatiye derxistin. Çete û girtiyên din ên edlî jixwe bi desthilatê re lihevkirî têne berdan. Em girtiyên PKK'î û PAJK'î qebûl nakin ku bi we re tu mulaqatan bikin.    EM Ê BERXWEDANA XWE BIDOMÎNIN   Bi vê çarçoveyê ji bo şikandina her cure êrîşên desthilata AKP-MHP'ê em ê berxwedana xwe bidomînin. Em bang li hemû derdorên demokratîk, nivîskar, hunermend û akademîsyenan dikin. Li her deverê divê mirov li dijî faşîzmê li ber xwe bide encex bi berxwedaniyeke giştî jiyaneke demokratîk û azad dikare were avakirin. Em bang li her kesî dikin ku ji berxwedana me re bibin deng.”