‘3’yemîn şerê cîhanê ewil li dijî Ocalan dest pe kir' 2021-02-12 16:43:17   MÊRSÎN - Endamê MYK’a HDP’ê Cengîz Çîçek peşdarî panela têkildarî salvegera 15’ê Sibatê bû û wiha got: “3’yemîn şerê cîhanê ewil li dijî Ocalan dest pe kir."    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrsînê bi sernavê “Di 22’yemîn salvegera komploya navdewletî de di bin siya xizaniyê de Tirkiye” panel li dar xist. Gelek kes beşdarî panelê bûn. Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) HDP’ê Cengîz Çîçek wek panelîst amade bû. Ewil Endama Meclîsa HDP'ê Seher Kadîroglû axivî û diyar kir ku armanca tecrîdê ya herî girîng qutkirina têkiliyên Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan û gelê kurd e. Kadîroglû, destnîşan kir ku sedemê çaresernekirina qeyranên Rojhilata Navîn, çaresernekirina pirsgirêka kurd e û wiha got: “Di kesayeta Birêz Ocalan de hemû gel tên tecrîdkirin. Tê xwestin bên fetişin. Ji bo ku ev tecrîd bi dawî bibe bi sedan hevalên me li girtîgehan di çalakiya greva birçîbûnê de ne. Daxwazên wan daxwazên me ne.”   ‘OCALAN AŞTÎ ANÎ ZIMAN’   Cengîz Çîçek jî da zanîn ku Ocalan ji salên xwendekariya xwe heta niha ji têkoşîna azadiyê ya gelê kurd re pêşengtiyê dike û pêvajoya dîrokî bi bîr xist. Çîçek, destnîşan kir ku 3’yemîn a Şerê Cîhanê ewil li dijî Ocalan dest pê kiriye û wiha got: “Ji ber ku Birêz Ocalan biratiya gelan û aşti anî ziman. Îro li Rojava paradîgmaya Birêz Ocalan Ereb û Kurdan tîna ba hev. Ereb û Tirkmenan, Kurd û Tirkmenan, Êzîdî, Suryanî, Ermenî û hemû nasnameyên cuda di bin banê biratî, wekhevî, edalet û azadiyê tîna li gel hev. Ev yek lîstika xera dike.”   Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.