97 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin 2021-02-12 21:22:10   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 97 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan û testa 7 hezar û 763 kesên din jî  pozîtîf derket. Hejmara kesên heya niha ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane bû 27 hezar û 284.   Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên derbarê şewba Covîd-19'ê de parve kirin. Li gor daneyên hatine parvekirin li Tirkiyeyê îro 97 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan û 7 hezar û 763 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin. Her wiha hejmara kesên ku heya niha ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane jî bû 27 hezar û 284 û hejmara kesên heya niha testa wan pozîtîf derketiye jî bû 2 milyon û 572 hezar û 190.