ROJEVA 13'Ê SIBATA 2021'AN 2021-02-13 09:00:21 * Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li dijî şer her tim di aştiyê de israr dike piştî li Girava Îmraliyê hat zindankirin jî hewldana xwe ya bo pêkanîna aştiyê domand. Hewldanên Ocalan her tim bi neçareseriyê re rûbirû man û niha ji bo dengê wî negihîje gelan tê tecrîdkirin. * Serokê Giştî yê TÎP'ê Erkan Baş, diyar kir ku di pêvajoya Qanûna Bingehîn de dê AKP esas neyê girtin û got: "Yek; qanûna bingehîn qanûneke ku hebûna wan didomîne. Dudo, AKP wexta canê wê dixwaze guh li van qanûnan nake û wan binpê dike. Ma partiyeke ku wekî evdan li mirovan dinere, em ê çawa rabin pê re rûnên û qanûneke bingehîn nîqaş bikin?"    * Civaknas Azad Bariş, diyar kir sepandinên tecrîdê yên li dijî Ocalan, eyneya têkiliyên bi gelê Kurd re ye û wiha got: “Divê gelê me li dijî tecrîdê aştiyek bi rûmet biparêzin. Divê her kes xwedî erka hemwelatibûna ku mafê gerdûnî yên Ocalan biparêzin bin."    * Parlementerê HDP'ê Sezaî Temellî anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê paya hevpar a pirsgirêkên li Tirkiyeyê ye û got: "Li dijî netewdewletê têkoşîna neteweya demokratîk divê."    * Parêzer Mesût Bektaş, bal kişand ser gotinên îqtidarê yên derbarê qanûna bingehîn de û diyar kir ku dibe ku îqtidar doza xala "dînî dewletê îslam e" ku di Qanûna Bingehîn a 1921'ê de hebûye, bike. Beştaş got: "Qanûneke bingehîn a bi vî rengî, dê ji bo Tirkiyeyê talûkeyeke kujende be."    * Nivîskar Hemîd Dilbihar, destnîşan kir ku dê kurdî "bi helwesteke hîn zelaltir" karibe ji nav pencikên asîmlasiyonê xelas bibe û got: "Serdest, dixwazin li her derî bi tecrîdê kurdan bifetisînin. Stûneke tecrîdê jî ziman e. Lewma divê kurdî li her derê bê bikaranîn."    * Ciwanên ku di çalakiyên şermezarkirina "rektorê qeyûm" de hatin binçavkirin û cezayê hepsa malê li wan hatiye birîn, destnîşan kirin ku dixwazin bi zextan ciwanan bitepisînin, lê belê ciwanan bi bexwedana xwe li cîhanê deng dane.    * Pîrê Ocaxa Derwêş Cemal Pîr Hasan Şanli û Serokê Cemxaneya Duzgun Baba Sînan Kirmiziçîçek, bal kişandin ser nêçîrkirin û kuştina pezkoviyan û gotin: "Gulekirina pezkoviyan, gulekirina heqîqeta me ye. Lê nedin, nekin, heyf e, guneh e."    * Hevserokê HDP'a Artemêtanê Nedîm Şîpal, destnîşan kir ku daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê daxwazên wan in jî û got: "Girtî, doza heq, hiqûq û edaletê dikin."    * Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD'ê ya Amedê, wê çalakiya "Bila winda bên dîtin û kujer werin darizandin" di hefteya 627'emîn de, li ser hesabê xwe yê medya civakî onlîne li dar bixe. (12.00)   * Dayikên Şemiyê ji bo ku li aqûbeta windayan bipirsin û daxwaza cezakirina kujeran bikin, wê di hefteya 829'emîn de çalakiya xwe li ser onlîne li dar bixin. (12.00)   * Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî, bi armanca balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş dê di hefteya 336'emîn de bi rêya vîdeoyê çalakiya xwe li dar bixe. (12.00)   * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'a Stenbolê dê di hefteya 464'yemîn de çalakiya "Rûniştina F" li ser hesabê xwe yê medya civakî onlîne li dar bixe û balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş û rewşa wan giran. (13.30)