Baş: Ma em ê çawa bi AKP'ê re Destûra Bingehîn nîqaş bikin? 2021-02-13 09:10:58 ENQERE - Serokê Giştî yê TÎP'ê Erkan Baş, diyar kir ku di pêvajoya Destûra Bingehîn de dê AKP esas neyê girtin û got: "Yek; qanûna bingehîn qanûneke ku hebûna wan didomîne. Dudo, Wexta ku canê AKP'ê dixwaze guh li van qanûnan nake û qanûnan binpê dike. Ma partiyeke ku wekî koleyan li mirovan dinere, em ê çawa rabin pê re rûnên û qanûneke bingehîn nîqaş bikin?"  Serokê Giştî yê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) û Parlementerê Stenbolê Erkan Baş, ji ajansa me re nîqaşên derbarê qanûna bingehîn de û çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehan nirxandin. Baş, destnîşan kir ku êdî çîrokeke nû ya îqtidarê nemaye û bilêvkirina qanûna bingehîn jî taktîkek e. Baş got: "Ji bo Tirkiyeke nû projeksîyoneke AKP'ê heye, lê li hemberî vê alternatîfeke kesên muxalefetê dikin tune ye. Yanî muxalefet tiştekî nade ber civakê. Îqtidar jî hêzeke guherînê ye."   ‘BAWERÎ PÊ NEMAYE'    Baş, diyar kir ku êdî kes ji AKP'ê yeqîn nake û pir tengijiye. Baş got: "A rast, gava xwest qanûna partiyên siyasî biguherîne, ev yek aşkere xwe da der: Dixwaze qanûneke li gor pêdiviyên xwe çêbike. Dixwaze sernavên ku dê jê re bibin pirsgirêk biguherîne. Ji ber ku vê tenê ji bo Tifaqa Cumhûrê dixwaze, dê civak piştgiriya wê neke. AKP, ji bo xwe cardin rewa bike li rê û rêbazekê digere. Lewma divê muxalefet pir baldar be."    ‘PÊŞÎ DIVÊ REJÎMA QESRÊ HILWEŞE'    Baş, destnîşan kir ku pêdivî bi qanûneke bingehîn a nû heye û got: "Bila Tayyip Erdogan derkeve û îspat bike ku ji bo qanûna bingehîn a 82'yan raya 'na' daye. Lê ez îdia dikim ku wî raya 'na' daye. AKP, berhemeke qanûna bingehîn a 82'yan e. AKP, bi saya wê hat avakirin û mezin bû. Yanî AKP, deyndarê qanûna bingehîn a 82'yan e. Lê piştî ku dît civak qanûna bingehîn a 82'yan naxwaze, rabûye wê li gor berjewendiyên xwe bi kar tîne. Heger bê guherandin, ma yê AKP di nav vê pêvajoyê de cih bigire? Yek; qanûna bingehîn qanûneke ku hebûna wan didomîne. Dudo, AKP wexta canê wê dixwaze guh li van qanûnan nake û wan binpê dike. Em behsa partiyeke wisa dikin ku tu bîrbiriyeke wê ya welatîbûnê tune ye. Ma partiyeke ku wekî evdan li mirovan dinere, em ê çawa rabin pê re rûnên û qanûneke bingehîn nîqaş bikin? Lewma perspektîfa me pir zelal e. Tirkiye, demildest divê ji îqtidara AKP'ê xelas bibe, divê rejîma qesrê hilweşe û piştî vê divê qanûneke bingehîn a wekhev azadîxwaz bê çêkirin. Lê ji bo vê jî pêşî divê rejîma qesrê hilweşe."    ‘PÊDIVIYA KÊ BI QANÛNA BINGEHÎN HEYE?'    Baş, diyar kir ku divê muxalefet bipirse bê pêdiviya kê bi qanûneke bingehîn a nû heye û got: "Ji bo AKP'ya ku hindik maye îqtidar ji desta biçe, bi rastî jî divê qanûneke bingehîn bê çêkirin ku pêdiviya gelên Tirkiyeyê pê heye."    ‘PÊDIVÎ BI HÊZEKE YEKBÛYÎ HEYE'    Baş, bilêv kir ku pêdivî bi hêzeke yekbûyî heye û bal kişand ser grîngiya kampanyaya HDP'ê ya "Edalet ji bo her kesî". Baş got: "Pêdivî bi hêzeke ku hemû derdorên civakê dihebîne heye. Me dît ku hêzeke ku tenê bi partiyên siyasî re sînordarkirî qels e. Lewma divê em rê û rêbazên nû bibînin. Hêla herî girîng jî pêkhateyên civaka muxalif in."    TECRÎD Û ÇALAKIYÊN GREVA BIRÇÎBÛNÊ    Baş, bal kişand ser tecrîdê û çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdê jî. Baş, destnîşan kir ku ji bo tecrîd û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi dawî bibin, çalakiyên greva birçîbûnê dest pê kiriye û divê her kes daxwazên girtiyan bibihîse. Baş got: "Ez wisa hîs dikim barê li ser milê civakê li ser milên hevalên me yên ku li ber xwe didin û têdikoşin hatiye barkirin. Lewma divê em daxwazên girtiyan bigihînin her derî."    MA / Dîren Yûrtsever