Beştaş: Qanûna qala wê tê kirin dê ji bo Tirkiyeyê talûka mirinê be 2021-02-13 09:12:20   AMED - Parêzer Mesût Bektaş, bal kişand ser gotinên îqtidarê yên derbarê qanûna bingehîn de û diyar kir ku dibe ku îqtidar doza xala "dînî dewletê îslam e" ku di Qanûna Bingehîn a 1921'ê de hebûye, bike. Beştaş got: "Qanûneke bingehîn a bi vî rengî, dê ji bo Tirkiyeyê talûkeyeke kujende be."    Serokomarê AKP'î Tayyîp Erdogan, cardin nîqaşa "qanûneke bingehîn a sivîl" da destpêkirin ku ev nîqaş piştî pêvajoya çareseriyê hatibû betalkirin.    Parêzer Mesût Beştaş, nîqaşên tên kirin ji bo ajansa Mezopotamyayê (MA) nirxand.    Beştaş, destnîşan kir ku pêdiviya Tirkiyeyê bi qanûneke bingehîn a nû heye û got: "Ji bo çareserkirina pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê, ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd û çareserkirina pirsgirêka kedê pêdiviya Tirkiyeyê bi qanûneke bingehîn heye. Lê belê serokomar çima ji nişkave li dor vê diçe û tê? A rast ev yek her kesî difikirîne. Gelo di van şert û mercan de çêkirina qanûneke bingehîn pêkan e? Lê fikira min a şexî ye, peymaneke civakî ya nû dikare bê çêkirin."    Beştaş, anî ziman ku îqtidara heyî guh li qanûna bingehîn a nû nake, lewma gotinên wê yên derbarê qanûneke bingehîn a nû de kesî qaneh nake.    ‘JI ROJEVÊ DÛR DIXE'    Beştaş, anî ziman ku çêkirina qanûneke bingehîn a nû ji bo AKP-MHP'ê tê wateya pihêtkirina pergala hikûmeta serokomartiyê û got: "Di demên dawî de kapasîteya birêvebirinê ya îqtidara heyî pir kêm bûye. Îqtidar ji bo ji vê pêvajoyê xelas bibe nîqaşên wiha dide destpêkirin. Lê belê bi vî awayî dixwazin raya giştî ya Tirkyeyê ji rojeva rasteqîn dûr bixe û wê bi rojeveke sunî û çêkirî re meşgûl bike. Divê meriv bibêje, mînakeke ku berpêşî piyaseyê kiribin tune ye."    'DÎNÊ DEWLETÊ ÎSLAM E'   Beştaş, bal kişand ser gavên muhafizekariyê yên AKP-MHP'ê û got: "Di Qanûna Bingehîn a 1921'ê de xala 'dînê dewletê îslam e' heye. Belkî jî dixwazin vê xalê cardin têxin qanûna bingehîn. Ev çavdêrî û fikra min e. Di Qanûna Bingehîn a 1921'ê de muxtariyet an jî xweseriya her bajarî heye, lê belê ez bawer nakim îqtidara heyî muxtariyetê bide kesî. Qet bawer nakim bide kurdan an jî pirsgirêka kurdan bi vî awayî çareser bike. Çima? Di dema AKP-MHP'ê de tenê ne siyaseta navxweyî, siyaset derve bixwe jî dijî kurdan tê kirin. Her wiha tiştên ku ew û welatên Ewropayê tînin serê hev jî hemû ji ber pirsgirêka kurdan e. Dilsafîtî ye ku meriv li bendê ev îqtidar rabe pirsgirêka kurd bi muxtariyetê çareser bike."   ‘SEBA XALA DÎNÊ DE XWEÎ LÊ DERDIKEVIN'    Qanûna bingehîn a tê xwestin pêk bê, ne ruhê demokratîk ê Qanûna Bingehîn a 1921'ê ye û got: "Tew ez bereksê wê difikirim. Dibe ku ji ber xala 'dînê dewletê îslamê' ya Qanûna Bingehîn a 1921'ê be. Ev yek, dê ji bo wan serketinek mezin be. Belkî ev, bike ku bigihêjin mexseda xwe. Lewma xwedî li Qanûna Bingehîn a 1921'ê derdikevin."   Beştaş, destnîşan kir ku qanûneke bingehşn a bi vî rengî bê çêkirin dê ev yek ji bo Tirkiyeyê talûkeeke kujende be.